Pêwîstiya Obama Bi Barzanî Hebû
Zvî Bar’al
Serokê Herêma Kurdistana İraqê Mesûd Barzanî dikare keyfxweş bibe. Serokê Amerîka Barack Obama ji bo pejirandina yasaya hilbijartinê, bi telefonê 10 deqîqeyan li gel Barzanî axiviye. Raste arîkarê serokê Amerîka Co Baydin jî li gel Barzanî axivî. Di wê demê de wezîrê parastinê yê Amerîka Robert Geyts jî serdana Hewlêr ê kir, lê tû tişt ji wê yekê baştir nîne ku dû serok ji bo nehêlana cûdahiyan bi hev re baxêvin.
Ji bo yasaya hilbijartinê erê bike, pêwîstiya Obama bi Barzanî hebû. Heya ji bo pêkanîna hikûmetekî seqamgîr rewş şiyaw be û hikûmetek rê bide ku Amerîka leşkerên xwe rewaneyî Avganîstan ê bike. Dema vekêşanê jî pir nêzîk bûye. Obama di wê baweriyê de ye ku heya meha tebaxê, piraniya leşkerên xwe ji İraq ê vekêşayî be. Herwiha wî ji zûdeye soza wê yekê daye ku 30 hezar leşkerên din rewaneyî Avganîstan ê bike û her dû-diliya li İraq ê jî tê wateya piştgûhxistina Avganîstan ê.
Barzanî daxwaza Obama pejirand û parlemenê yasaya hilbijartinê pejirand. Di heman demê de heyetek payebilind a Kurdan jî bi armanca danûstandinên li gel berpirsên Amerîka û li gel penaberên Kurd ên li wî welatî gihişt Washington. Tê texmînkirin ku ji bo danûstandinên li gel Obama, Barzanî ji bo Amerîka bê vexwendin.
Mafê Kurdan ê rewa
Lê di dîtina hevaltiyê de Barzanî dibêje; wî daxuyaniyek siyasî ya bê hevta ji Obama gûh lê bû. Barzanî derbarê giftogûya televizyonî ya li gel Obama got: “Obama bal kişand li ser mafê Kurdan û soz da ku piştgiriya bicihkirina wan bike.” Barzanî tû hur û kûriyek îtiraf nekir û kesê jî derbarê damezirandina dewletek Kurdan a serbixwe naxêve.
Di heman demê de Barzanî li gel sozên Amerîka dimeşe ku ji bo wek beşek federaliya İraq ê parêzvaniyê li otonûmiya wê herêmê bike. Lê daxuyaniyên wî li İraq û Tirkiyê hejandinek dirûst kir. Ji ber ku sozên Amerîka tên wê wateyê ku piştgirîkirina daxwazên Kurdane û Hikûmeta İraq ê jî dijî wan daxwazane.
Kurd dixwazên hêzên wan ên çekdarî yên bi “Pêşmerge” hatî naskirin, bûdçeya wan bikeve ser bûdçeya wezareta berevaniya İraq ê. Ew dixwazin dû firqeyên leşkerî yên Kurdan bên zêdekirin û madeya 140 a destûra İraq ê ya ku têkilî bi yek-alîkirina çarenûsa bajarê nakokî li ser heyî (Kerkûk) bê bicihkirin.
Herwiha dixwazin ew peymanên ku Hikûmeta Herêma Kurdistan ê li gel kompaniyên petrolê yên biyanî mor kirî, bên pejirandin.
Destlêwerdana Obama ya li ser çareserkirina krîza İraq ê ya siyasî, nîşanek din a ji bo pejirandina fikrê dema berjewendiyên Amerîka dikevin metirsiyê, Washington amadeye ku li ser çend prensîban re baz bide û li reqîbên hemû hikûmetekî deshilatdar baxêve. Li Avganîstan ê jî her wê yekê dike. Di wê demê de dema hikûmeta hatî hilbijartin nekare erkên xwe bêne cih, Washington amadeye li gel serokê eşîrên navxoyî jî baxêve.
Kiryarên Obama yên li İraq ê hinek pirsên din têne holê. Ew jî ew e ku çima ev siyaseta lêhatî ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Filistîn û Îsraîl ê de nîne. Mînak; çima rêveberiya Amerîka hewl nade ku nakokiyên navbera Feteh û Hamas çareser bike û hewl nade ku ev herdû alî bikevin nava rêkeftinekê. Ev jî dawî li wan dû-diliyên ku proseya aştiyê rastê hatî, têne.
Eger Amerîka Hemas ê ji bo rêkeftinê pal bide, dibe ku bikarin bandorê li ser gûherîna helwesta wê rêxistinê ya beramberî Îsraîlê hebe. Bi taybet ji ber ku ji mêj ve ye Hemas bi çareseriya dû dewletiyê raziye. Lê li gel vê yekê jî dibe ku çareserkirina pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê di çavê çareserkirina pirsgirêkên nava İraq ê de ne ewqasî giringbin.
Ji rojnameya Haaretz a Îsraîlî hatiye wergirtin.
Çavkanî : Rudaw.net