Ji Amedê Heta Hewlêrê Pirsa Zimên
Ez yekemîn car di Tebaxa sala 2004’an de çûbûm Başûrê Kurdîstanê. Dema em çar mamoste gihîştin deriyê İbrahîm Xelîl, weka ji dojehê bikevin bihuştê dilşad bûn. Li der û dor navên bi kurdî hatine nivîsîn me dixwendin. Em ew şev li Zaxo man.
Sibehê zû rabûn, çûn Duhoka rengîn. Pêşwazîkirina rayedaran ji dil bû. Me bi yekîtîya mamosteyên kurdîstanê re hevdîtin çêkir. Ji wir jî em çûn Hewlêrê. Li Hewlêrê ew sal karesata yekê sibatê qewimîbû. Li ser rayedaran bandorek neyînî kiribû. Dema em ji Dihokê gihîştin Hewlêrê, rayedarê wir bi şofêrê me re xeyîdî, got:”Te çima ji rayedarên Duhokê belgeyek nivîskî nahaniye?” , paşê ji me lêborîna xwe xwest. Got:” Ez ji kurdên Bakura Kurdîstanê gelek hezdikim. Ji têkildarên doza Kurdîstanê wisa hezdikim ku min navê lawê xwe ji bo xatirê Îsmaîl Beşîkçî, BEŞÎKÇÎ daniye. Me got:”Hûn mafdarin xwe biparêzin, em jî bi karesata sibatê gelek êşiyan. Lê em mêvanê Yekîtiya Mamosteyên Kurdîstanê ne.” Wê demê Wî telefonê Yekîtiya Mamosteyên Kurdîstanê kir. Em çûn Yekîtiya Mamosteyên Kurdîstanê.
Di sala 2004’an de serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdîstanê Affan Neqşîbendî bû. Di heman demê de ew endamê Parlementoya Kurdîstanê bû. Me got:”Em dixwazin di derbarê sîstema(pergala) perwerdehê de agahî bigirin. Ji bo vî jî divê em hinek lêkolîn û hevpeyvînan çêkin.” Bi rêveberên Yekîtiya Mamosteyên Kurdîstanê re em hatin berhev. Me dît ku di rêveberiyê de ji komunîstan bigre heta bigihîje oldaran her cure nûnerên koman cî girtine. Ev rewş yekîtiya neteweyî derdixist ber çavan. Rêveberan got me sîstema perwerdehiya Swêdê ji xwe re kiriye model.Em weka dewletên Ereb, Ecem û Turkan tevnagerin. Li kurdîstanê ji Turkmenan bigre heta bermahiyên Ereban her xwendevan bi zimanê xwe perwerde dibe.
Roja dî em ji hêla endamên Parlementoya Kurdîstanê ve jî hatin pêşwazî kirin. Bi taybetî wezîrê perwerdehê yê wê demê Teyîb Ezîz em vexwendin meqamê xwe. Wî pirsên me bersivandin. Min pirsa alfabeya latînî kir. Wî got mamosteyên me fêrê alfabeya latînî bûne. Dema em bixwazin dikarin derbasê alfabeya latînî bibin. Min pirsa xwendina mastirê li başûr çawa ye kir. Wî got li gor şertan em tevdigerin, lê xwendevanên Bakurê kurdîstanê bêtir tercîha me ye.
Piştê şeş salan ez dîsa li Başûrê Kurdîstanê me. Min xwest ez guherîna şeş salan bibînim. Di serî de me dit ku Hukumeta Herêma Kurdîstanê di qada navneteweyî de tê naskirin. Şeş sal berê muhra Hukumetê li ser pasaportan nedihat lêxistin. Lê niha Mora Hukumetê li ser hemû paseportan tê lêxistin. Li Hewlêrê ji bo mastirê bi hemû zankoyan re me hevdîtin çêkirin. Şert û mercên herî giran yên Zankoya Kurdîstanê bûn. Ji bo zimanê Îngilîzî ji sedî heştê û pênc (%85) serkeftina TOFELê dixwazin. Zankoyên din jî ziman û azmûna zanist dixwazin.
Me li ser têkiliya zaravayê Soranî û kurmancî ji hinek der doran hinek pirsan kirin. Serokê Yekîtiya Qutabiyên Kurdîstanê Herman ji me re qala axaftina Cîgerxwîn û Rewşenbîrekî Soran kir ku di salên 1960’an de çêbiye. Kesê Soranî axêf pesnê zaravayê Soranî dide. Cîgerxwîn jî dibêje bav û kalên me gotine:” Pesindayî di dewsa waran de mayî.” Were Em dev ji pesnan berdin hinek îlmî biaxifin. Ezê mînakek bidim ka tu çi dibêjî. Mînak eve: Ereb dibên “qutîle”, soran dibên “kujre” kurmanc dibên “hate kuştin” Înglîz dibên “have been killed”. Li vir xuyadike ku soranî ber bi Erebî ve guheriye, lê kurmancî li ser eslê xwe maye. Wekî hûn dizanin Kurdî-Îngilîzî ji malbata zimanên Hînd-Ewropî ne. Lê Erebî ne ji vê malbatê ye. Kurmancî nêzê çar sed sal berê bi berhemên Ehmedê Xanî , feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî hwd. Kemilî ye. Di vê mînakê de wekî xuyaye, Soranî xwe dişibîne Erebî. Zimanê şibandî dibe zimanek dariştî. Zimanê dariştî jî sûnî ye. Tevî vî awayî jî em Kurmancî axêf ji her zaravayî re bi rêz in. Em dibên divê her zarava di perwerdehê de bi azadî bêne bikaranîn.
Ji Hewlêrê em hatin Duhoka rengîn. Di 27-28’ê Çile(Rêbendan) de konferansek li ser zimên hebû. Axaftkarê konferansê Rojan Hazim bû. Birêz HAZİM serokê komisyona ziman û perwerdehiyê ya KNK (kongra neteweyiya kurdîstanê) ye. Birêz Hazim di derbarê asîmîlasyonê de gotareke têr û tije pêşkêşî beşdaran kir. Asîmîlasyona dewletên Ereb, Ecem û Turkan li alîkî; otoasîmîlasyona me li alîkî. Divê em Kurd li hember asîmîlasyonê piştvaniya hev bikin. Li vir ez dixwazim qala gotareke bikim ku li hember otoasîmîlasyonê hatiye nivîsîn. Mehmed Elî Efrînî di nivîsa xwe de wiha gotiye: “ Em Kurdên bin xetê (Başûrê Biçûk yê Kurdîstanê) di demên berê (rabirdû) de li hember kesên bi Erebî biaxiviya pir bi tundî disekinîn. Me digot kesê bi zimanê dijmin biaxive bêşeref, bênamûs e. Dema zarokên me beşdarê refên şervanên azadiyê bûn, em pir pê kêfxweş bûn. Lê dema me dît perwerdeha xwe bi Turkî dikin û zimanê xwe ji bîr dikin em bi vê rewşê gelek êşiyan.” Ev rewş guheriye. Niha li hember asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê tekoşerên ziman(zimanperwer) bê rawestan dixebitin.
Di beşa pirs û bersivan de me jî mafê axaftinê girt û got ku em Kurdên Bakurê Kurdîstanê li ber lehiya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê mane. Ji hêlek ve karesata derfetên teknolojiyê ku di destên dijmin de tên bikaranîn(Du sal berê şertê dijmin ev bû ku televizyonên kurdî biweşînin divê fîlimên kartonî ji bo zarokan çênekin.) Ji hêla din ve sîstema perwerdeha Turkan înkar û îmhayê bi ser Kurdan ve tîne. Em Kurdên Bakurê Kurdîstanê dibin vê lehiyê de li ber fetsandinê ne. Li Amedê nifşên nû ji sedî nod(%90) Turkî bikartînin. Amed paytexta dila ye. Lê ewha biçe wê bibe paytexta Turkî axaftvanan. Em tekoşerên zimên ji we rewşenbîrên Başûrî alîkariya zaravayê Kurmancî dixwazin. Wek mînak pirtûkên dersan ji me re bişînin emê kêfxweşbin.
Piştê konferansê me hinek agahî ji nivîskarên Duhokê girt. Ji kovara Peyvê Hesen Silêvanî, ji kovara Nûbûnê Xelîl Duhokî û ji kovara vejenê Emin Ebdulkadirî bi me dan nasîn. Bi piranî Emin Ebdulkar rêberî û mazûvanî ji me re kir. Em bi rêya vê nivîsê spasiyên xwe jê re dişînin. Ez hêvî dikim ku xebatên zimanperwerên zaravayê KURMANCÎ ji Amedê ta bi Hewlêrê roj bi roj gur û geş bibin
Amed KANÎ : Welatperwer.com