Pêwistîya mêjûyî di dostanîya Kurd û Turk de

Pêwistîya mêjûyî di dostanîya Kurd û Turk de

Gava ku em li ser vê pirsa hanê de didin bilêkolandin, tevaya mêjûwa me û bi taybetî ve mêjûwa me ji sala 1514 de di piştî şerê Çildêran de di hevalbendîtîya me de ligel Turkan de bi dijî Şahînşahîtîya Ismailê Sefewî de bi hemû baş û nebaşîyên xwe ve bi bîra me ve dide bixistin; jiber vêjî ve divê em li ser vê pirsa hanê de bi şêweyekî zanistî û xwînsarî ve li ser berjewendîya pêşkevtina nihayê Kurd û Turk de lêbidin bitemaşekirin. Bes wetov em dikarin bi rast û durust ve niha vê berjewendîya herdu miletan di pêşkevtin û geşbûna wê de bi berçav ve bidin bixistin.

Dostanî û hevalbendîtîya Kurd û Turk di wê demê de li ser berjewendîya herdu miletan de dihate biavakirin û ew di peymana der sala 1515 de li ser destên Melayê Idrîsî de ligel Sultan Selimê Yekem de hate bitackirin, ji ya ku ew li ser bingehê fermana Xeta Intizamî de di sala 1846 de hate bihilanîn. Ji wê demê ve û tanî van rojên hanê jî dujmanatîyeke mezin û giran di nava Kurd û Turkan de date bidestpêkirin.

Pir serhiladan û şûreş Kurdan ji bona mafe û hebûna xwe ve di nava Kurdistanê de him bi dijî Selteneta Osmanî ve û himjî bi dijî Komara Turkî ve di sala 1923 de datin bidestpêkirin.
Komara Turkî jî ji sala 1923 de bi hemû karîna xwe ve û bi hemû dirbûna xwe ve bi dijî hebûn û nemankirina kurdan û bijavtina wan ve û hêjîbêtir bi kolekirin û bendkirina wan ve bi darêzorê ve date bikarkirin. Ji bona nimûne ve Wezîrê dadwerîya Turkî Mehmud der sala 1930 de dibêje: Ne Turk yek mafeyê wan heye, ku ew bes û bi tenha ve bi kole û bende bin. Tevî ku em di zanin ku Mustefa Kemal Paşa li Siwasê de di peyveke xwe de di sala 1922 de dibêjê: Di Turkîyê de du milet bi mafe ve hene, yek bi Kurd ve û yê din bi Turk ve tête biderkevtin. Pir pêwendîyên baş Turkan ligel Kurdan de dane bikirin û pir sozên mezin jî ji wan re hatine bidan; jiber ku Turk di wê demê de pêwistîya wan bi Kurdan ve û bi taybetî ve di cenga rizgarkirinê de der sala 1922 de di şerê derkirina Yunanîyan de ji nava Turkiyê de dihate biderkevtin. Di sala 1923 peymana Lozan hate bigirêdan û bendên 61, 62 û 63 ji peymana Sivir der sala 1920 hatin bihilanîn. Ji wê rojê de Siyaseta nemankirina Kurd bi hemû karinekê û dirbûnekê ve date bidestpêkirin. Ji bona nimûne ve Peyvkirin bi Kurdî ve tanî nîsana sala 1993 hate biqedexekirin. Lêbelê ev siyaseta hanê bi armancên xwe ve nehate bigihandin, tevî ku ew pir bi ziyanên gewre û mezin ve bi dijî miletê Kurd ve hate biderkevtin û wetovjî di encamê dawî de ew hêjîbêtir bi ziyana Miletê Turk ve bi xurtî ve di îro de tête biderkevtin.

Di vê serdema niha de em û herwehajî Turk bi xwe jî ve vê kevtina ziyana gewre û mezin bi Turkan ve didin bidîtin û tevaya siyaseta regezperestîyê bi dijî berjewendîya Miletê Turk bi xwe ve tête biderkevtin û roj bi roj jî ve ew herûher bêtir û bêtir deha dê bi ziyana wa ve bête biderkevtin.

Tevaya siyaseta wanî çûyî bi xurtî ve bi dijî berjewendîya wanî milî ve û bi dûr ve yanjî bi nêzîk ve bi qazanc û berjewendîya Miletê Kurd ve di encamê dawî de tête biderkevtin. Turkan di van salên dawî de pir ji qazanc û berjewendîyên xwe ve ji destên xwe ve dane biberdan û biwindakirin. Niha her dujminatîyek bi dijî Miltê Kurd ve û pirsa wî ve bi zîyana gewreyî Miletê Turkî ve tête bidawîkirin; jiber ku pirsa Kurd di Kurdistanê de ji destên Turk, Ereb û Farisan ve bi carekê ve hatîye biderkevin û ew bi pirsekê ve di nava destên Dewleta Emerîkî, Yeketîya Ewropî û Dewletên Berjewendîdar di rojhilata navînî de hatîye bikevtin û hêjîbêtir ew bi rast û durust ve û bi eşkere ve  pişta Miletê Kurd didin bigirtin. Ji bona nimûne ve bi rizgarkirina Kurdistana îraqê ve ji nava pencên  Serdarîya Sedam ve bi hilweşandina partîya Bas, Serdarîya Iraqê û Dewleta Iraqê ve û bi pêkanîna Serdarîya Herema Kurdistanîyî Federalî ve tête biderkevtin û hîç tu hêz û hinerên leşkerî nema êtir dikarin destên xwe ji bona vê Herema Kurdistana federalî ve bidin birakişandin yanjî têde bidin bitêwerdandin. Ev jî bi saya piştgirtina Dewleta Yekîtîya Emerîkî ve tête biderkevtin. Heryekî ku ew destên xwe ji bona nava Serdarîya Herema Federalîyî Kurdistan ve bide bidirêjikirin, hîç gûman têde nayête biderkevtin, ku çarenûsa wan dê ne ji serpêhatîya Sedam ve li îraqê de û ji serpêhatîya Surbiyan ve li Yogsilavya de bi baştir ve bête biderkevtin.  
Ev serpêhatîya tirş û tal ji sala 1846 tanî vê rojgarîya me ve di sala 2010 de ji herkesî bêtir ve ji bona Dewleta Turkî ve tête biderkevtin. Hîc gûman têde nayête bidîtin, ku ev bi destkevtinên Miletê Kurd di Kurdistanê de bi saya wan şaşbûnên Dijminên me ve hatine bikevtin.

Vêca Turk vê rastîya tirş û tal bi hemû kêrên xwe ve di encamên dawî de li ber çavên xwe de didin bidîtin. Ji wan re bes û bi tenha ve, li gora bîrûbawerî û pêşbînîya dîtina min de, du rê têtin biderkevtin: Yek çûn li ser wê siyaseta çûyî de, ya ku ew dê roj bi roj ve bi gewrebûntirîn zîyana berjewendîya wanî milî ve bête biderkevtin û di encamê dawî de dê ew bi destvala ve ji vê siyaseta xweyî pir ziyan ve beramberî bi çarekirina pirsa Kurd ve bêtin biderkevtin; jiber ku pirsa Kurd ji bal hêzên zaldarî mezin ve di vê dunya meyî niha de bi saya neft, gaz, av û Giyopoletîka Kurdistanê ve lê tête bipiştgirtin; vêca tevaya zînet û rewşên pirsa Kurd bi carekê ve hatine biveguhertin. Rêya duwem çarekirina pirsa Kurd bi şêweyekî demokrasî ve li ser berjewendîya herdu Miletan de  divê bête biderkevtin. Belê ev rêya duwem him li qazanca Miletê Turk û himjî li qazanca Miletê Kurd de bi başî û bilindî ve tête biderkevtin. Hêjîbêtir ev rêya duwem bi neçarîtîya pêwistîya nîşana zeman ve û bi bilindbûna şiyarbûna milîyî Kurd ve tête biderkevtin.

Bi mîna ku em roj bi roj ve niha di sala 2010 de didin bidîtin, ku Serdarîya Turkî li ser vê rêya duwem de bi xurtî û başî ve û li ser berjewendîya Milet û Welatê xwe de tête biçûyîn û ew li ber xwe de di vî warê hanê de pir kosp û keleman ji bal Generalitêtin xwe ve dide bidîtin, ji yên ku ew hêjî bi tundîtir ve li ser wê siyaseta ziyandarî malkambax ve ji bona berjewendîya Miletê Turk ve têtin biçûyîn; jiber ku ew di vê dujminatîya Kurd û Kurdistanê de bes û bi tenha ve bi eqlê şovînîyî Turkî ve û bi qazanc, berjewendî û zalbûna desthilatîya xwe ve di nava Dewleta Turkîyê de li ser de têtin biçûyîn. Ji bona nimûne ve li ser vê siyaseta Generalitêt de bi beramber çarekirina pirsa Demokratikirina Turkiyê, pirsa Kurd, pirsa Qubros, pirsa kevtina nava yekîtîya Ewropa ve bi eşkere û diyar ve têtin birawestandin. Iro Turkîyê xwe di nava çûna ser du rêyan de dide biditin: Yek li ser rêya demokratîkirina Turkîyê û çarekirina kêşên xwe de ji bona berjewendîya pêşkevtin û geşbûna xwe ve di her warekî de ji bona bextîyarîkirina Milet Turk  tête biderkevtin. Ev rêya pir bi nerx û hêja ve ji bona pêşkevtina Turkîyê û bextîyarîya Miletê wê ve ji bal Serdarîya wê ve tête biderkevtin, ji ya ku ew dûr yanjî nêzîk ji bal Hêja Serokwezirê wê ve, ji bal Serdarîya wê ve tête biderkevtin, ji ya ku ew dûr yanjî nêzîk ji bal Hêja Erdoxan ve Serokwezirê Turkîyî îro ve tête biderkevtin, ji yê ku ew bi rast û durust ve di çarekirina pêwistîyên kêşên Tukîyê û berjewendîya wê de pir bi başî û dilsozî ve tête biliberkevtin. Rêya duwem bi çûna li ser rêya Generalitêtan de tête biderkevtin, ji ya ku ew di encamê dawî de, li gora zanebûna min de, bi gewretirîn destana miletê Turk ve di vê dema me de û di demên çûyînî de tête biderkevtin, ji ya ku ew Turkîyê bi ber kevtineke mezintir ve ji sala 1918 ve didin birakişandin. Ji bona nimûne ve reftara Generalên Tukiyê di sala 2009 de di mebesta hêrîşa ser Serdarîya Herema Kurdistana Federalîyî îraqê de dihate biderkevtin, ji ya ku ew bi saya piştgirtina Yekîtîya Dewletên Emerîk de hate bijihevkevtin û bi diyar ve êtir ev xewna Generalan û tevaya siyaseta wanî şovînî bi beramberî Kurdan ve hate bigorkirin.

Di vî warê hanê de divê bi çilo ve him siyaseta Kurd bi giştî ve û himjî siyaseta Serdarîya Herama Kurdistanî Federal bi beramerî siyaseta Serdarîya nihayî Turkiyê ve bête biderkevtin. Hîç gûman têde nayête biderkevtin, ku bi erkekî milîyî kurd ve di seranserî Kurdistanê de tête biderkevtin, ku teva stratîcîya Kurd bi carekê ve  ji dil û can ve û bi xurtî ve divê pişta vê siyaseta rast û durustî Serdarîya Turkiyê ve bête bigirtin û divê Kurd roj bi roj ve di hemû waran de durujmê dostanîya Kurd û Turk bi baştirîn û bilindtirîn şêwe ve bidin bilindkirin û hêjîbêtir ew divê siyaseteke weha nerm û bi dûrbîn ve bi beramberî serkevtina vê siyaseta Serdarîya nihayî Turkî ve bidin bikirin. Bi serkevtina vê siyaseta hanê dergehekî pir mezin ji bona çarekirina kêşa kurd ve bi şêweyekî demokrasî ve di seransî Kurdistan de tête biderkevtin. Li ser Kurd de bi erkekî milî ve piştgirtina vê siyaseta hanê tête biderkevtin; jiber ku ew çarekirineke demokarasî ji bona pirsa Kurd ve di rojhilata navînî de dide bimisogerkirin û ew bi carekî ve di berjewendîya Miletê Kurd, Turk, Ereb û Ecem de tête biderkevtin û hêjîbêtir ew aramîtîyê, aşîtîyê û bextyarîyê di nava van Miletan de dide bigirawkirin.

Selah-Eldin
Di 2. 5. 2010 de

Dr. M. S. Cuma

Nerîna min :