Polîtîk

Serok Barzanî bi heyeta BDPê re civiya

Îro şemîyê 06.11.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li şandeyeke bilinda Partiya Aştî û Demokratî (BDP) a bi serokayetiya Selahedîn Demîrtaş serok û Kulten Kişanak hevseroka Partiya Aştî û Demokratî (BDP) û Bengî Yildiz endamê parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Di hevdîtinê de ku Kerîm Şingalî wezîrê navxweya herêma Kurdistanê amade bû, Selahedîn Demîrtaş di derbarê pêvajoya kurd li Tirkiyeyê, di çarçoveyê pêşhat û gûhertinên li nav Tirkiyeyê de, axaftinek pêşkêş kir û balkişand li ser girîngiya diyalogê û ji bo peydakirina mekanîzmeke minasib bo çareseriya pirsan bi rêya aştî û demokrasî de kir.

Herwesa Demîratş ronahî xiste li ser girîngiya dirêjkirina wê agirbesta ku niha li holê daye û got ku dirêjkirina agirbestê di qazanca her du aliyan de ye û girîngiya berdewambûna wê agirbestê dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve serok Barzanî ronahî xiste li ser girîngiya çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rêya aştî û demokrasiyê pirsa û tekîd li ser xebata dîplomasî, siyasî, parlamentoyî û ragihandinê, wekî mercekî sereke ji bo berçavkirina daxwazan û komkirina piştevanî û hevsoziyê kir.

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku herêma Kurdistanê bi hemû îmkanan ve piştgîriyê li bijardeya aştiyê dike û hêvî xwest ku hemû partiyên Tirkiye piştgîriyê li wê bijardeyê bikin, ”ji ber ku dinya hatiye gûhertin û ev çend salên derbasbûyî jî diyar kir ku pirsa kurd bi şer nayê çareser kirin, belku bi rêya diyalog, danustandin û hevdûtêgihiştinê çareser dibe.”
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku tirsnaktirîn tişt ewe ku nakokî bigihîjne dereceya şerê kurd û tirk, ku eve yek jî karesateke û pêwîste her du alî xwe jê biparêzin.

Serokê herêma Kurdistanê ji şandeya BDP re got ku çend demokrasî li Tirkiyê berev pêşve biçê, meseleya kurdî jî pêşdikevê û piştevanî û hevsozî jî zêdetir dibe.

Sebaret bi konferansa Aştîyê jî serok Barzanî piştevaniya xwe bo her pêngaveke ku bingeha wê pêkvejiyana demokrasî û tebayiya navbera pêkhatan da be, nîşan da.

Back to top button