Îro sê teqînên bihêz Kerkûkê hejandin
Îro destpêka sibehê li sê taxên bajêrê Kerkûkê, 3 otomobîlên bombrêjkirî teqîyan û li angora amarên destêpkê di encam de 24 kes bûn qûrbanî.
Jêderekî agahdar ê ku nêzîkî polîsên Kerkûkê ye di bêjedaneka taybetî de ji Pna re ragihand, ku evroj di demjimar 6:00 evê sibehê de li sê taxaên bajêrê Kerkûkê 3 otomobîlên bombrêjkirî teqîyan û di encam de 24 kes brîndar bûn
Evî jêderî weha jî got, ku evroj destpêka sibehê otomobîleka cora Toyota Corona li taxa Barotxaneya bajêrê Kerkûkê teqîya û paşî hîngê otomobîleka dina cora Malîbo li taxa Şorîceya bajêrê Kerkûkê teqîya û li taxa Îmam Qasim jî otomobîleka cora Super teqîya û bi giştî di encama ewan teqînan de 24 kes birîndar bûn.
Di evê bareyê de polîsê Kerkûkê weha da xuyakirin, ku ev teqînên han li taxên bajêrê kerkûkê çê bûn, belê di dema teqînan de xelkên deverê li malên xwe bûn û ji ber ewê çendê ti kesî gîyanê xwe ji dest nedaye û hejmara birîndaran jî kêm in.
Hêjayî gotinê ye, ku parêzgeha kerkûkê û deverên dinên arîşedarên navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta navendîya Iraqa federal, berdewam rastî kirdarên terorane dibin û ev êrîşên terorane bêtir li dijî Kurdên ewan deveran in.
Peyamner News Agency