Polîtîk

Pêwistiya Herêma Kurdistanê bi sîstemeke nîvserokayetî heye

Piştî çar civînên pênc alî di navbera PDK û YNKê û 3 aliyên opozisyonê de, niha zelal bûye ku nakokiyên navbera herdû aliyan li ser 8 xalên serekî ye weke pirsa vegerandina destûrê bo Parlamentoya Kurdistanê. Cefer Ibrahîm dibêje: “Em ligel sîstema nîv-serokayetî ne” ev jî dixuye ku nakok be ligel xwesteka opozisyonê ku daxwaza sîstema parlamenî dike.’’

Derbarê pêkanîna hikûmeta demkî de jî ku opozîsyon daxwaz dike, Cafer Îbrahîm got: ‘’Eger opozisyon bi fermî daxwaza hikûmeta demkî kir, emê lê bikolin û hertişt jî dikare bê gotûbêjkirin.”

Piştî çar civînên pêncalî hun gihiştine encamên çawa?

Piştî 4 civînan atmosfêr baştir bûye û niha astê jihev famkirina me û opozisyonê pir baştir bûye, niha herdû alî dizanin ku bi çi mebestê hatine danûstandinê û her aliyek çi çarçoveyek ji bendewariyên xwe re daniye. Di civîna 2 û 3 û 4an de ji min re derket ku opozisyon hatiye da em lihev bikin, opozisyonê jî rewşa Herêma Kurdistanê û deverê bi awayekî baş şirove kiriye û niha jî gihiştine wê qenahetê ku peymaneke siyasî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Ez wiha opozisyonê fêm dikim û bi baweriya min famkirina wan jî ji me re ew e ku gihiştine wê baweriyê ku PDK û YNKê dixwazin karê hikûmet û parlamentoya Kurdistanê xurt bikin û proseya reformê bi awayekî lezgîntir birêve here. Yanî modelek li Herêma Kurdistanê bê dirustkirin ku çawa opozisyon û desthilat bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, niha baweriyeke baş di navbera herdû aliyan de dirust bûye. Rastî bêjim ji pêşî de li cem me wiha ne zelal bû ka opozisyon daxwaza çi dike. Me hest dikir ev tiştekî taktîkî ye û bo kuştina demê ye û dibe ku hawara xwe bigihînin ber çalakiyên dî bi mebesta zêdekirina zextan li ser hikûmetê.

Çalakiyên weke çi?

Çalakiyên weke xwenîşandan û mangirtin ku du çalakiyên bibandor in di dema niha de. Lê belê pirsgirêk ew e em qala Ewropa nakin, lê qala beşekî giring ji Iraqê dikin, qala Kurdistanê dikin ku çaverê ye dolarekî zêdetir di warê hilberînê de bîne Kurdistanê, konsolxaneyeke zêdetir bê û hewl bide atomsfêreke erênî li Kurdistanê dirust bike û li himber Bexda nîşan bide ku em di îdarekirina Herêma Kurdistanê de serkeftî ne, ger di vî alî de lê binerî belê opozisyon her demekê dikare zextan dirust bike. Helbet herdû aliyan bûyerên piştî 17ê Sibatê şirove kirin, lewma bi dîtina me ev civîn bi awayekî rasterast wê baweriyê bo mirov dirust dike ku xem û pirseke me ya hevbeş heye û ne pêwîst bû aliyê sêyemîn bikeve navbeyna me.

Hun di wê baweriyê de ne ku opozisyon jî wiha ji we fêm kiriye?

Erê di civîna 4an de ev bawerî ji min re dirust bû, mebesta me ne ew e wêneyekî romantîk bidin xelkê, romantîkî baş e lê realism di siyasetê de baştir e. Bi dîtina min wêneyê ku berê li cem opozisyonê li ser PDK û YNKê hebû ku van herdû partiyan Herêma Kurdistanê û butçe û dabeşkirina postan û parlamento û hikûmet û serweta vî welatî bi tevahî zeft kirine û tenê bi parvekirina wê mijûl in, vêga nemaye û di wê baweriyê de me wêneyekî baştir wergirtine, çawa ev wêne li ser PDK û YNKê wergirtine ev bi wan ve girêdayî ye.

Yanî tiştê opozisyonê kir di berjewendiya PDK û YNKê bû?

Ev têgihiştina me ye û bi baweriya min opozisyon jî wiha têgihiştiye. Alîkî dî ew bû ku li ser astê navdewletî jî, şîretên welatan ji me û opozisyonê re jî dîsa di berjewendiya me de bûn, herwiha şîretên welatên derdorê jî bo me herdû aliyan. Di encama van danûstandinan de jî em hest dikin ku ew valahiya bi kîlometroyan di navbera me û wan de hebû, me karibû bikin metroyek, vêga metroyek di navbera me de maye ku em bigihin lihevkirinekê, çi lihevkirineke siyasî be yan careke dî herdû alî baweriyeke baş bidin karê demokrasî û parlamentoyê bi rêkkeftineke gentlemanî ku ew jî ne meseleyeke hêsan e, niha opozisyon gihiştiye wê qenahetê ku PDK û YNKê pir ciddî ne di bicihanîna reform û pêşvebirina proseya demokratîk li Herêma Kurdistanê.

Di civînên pêncalî de opozisyon û we jî projeyeke reformê pêşkêş kir, cudahiya van herdû projeyan çî ye?

Gelek proje piştî bûyerên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin, projeya 17 xalî ya parlamento, projeya serokê Herêma Kurdistanê, projeya 22 xalî ya hersê aliyên opozisyonê, 7 xalên Tevgera Goran, di dawî de ji van hemû projeyan opozisyonê projeyekî seranserî dirust kir û bi dîtina me ev gaveke baş bû û mebesta opozisyonê jî ew bû em weke PDK û YNKê baştir têbigihin ku divê reform li gor van mêkanîziman bê kirin, lê belê ji ber çi me projeyek pêşkêş kir, opozisyonê projeya xwe pêşkêş kir û projeya me jî berê hebû, mebesta min projeya 17 xalî, herwiha projeya cenabê serok jî hebû, lê bi xwendina projeya opozisyonê re tiştine nû ji me re xuyakirin û me xwest bi awayekî sîstematîk gavan bidin bi riya xwendina projeya wan û çi projeyîn dî yên ku hebûn hemûçkan bi riya komîteyeke pispor şirove bikin; mebesta me ew bû karekî baştir ligel projeya opozisyonê bikin. Herwiha mafê me hebû em projeyekî pêşkêş bikin, ev proje jî kurtiya hemû projeyên berê ye, ya opozisyonê jî di nav de.

Ji ber çi di civîna yekê de we projeya xwe pêşkêş nekir? Çimkî we digot projeya me ya 17 xalî ya parlamentoyê heye, lê di civîna 4an de we projeyeke dî anî, ev ne kuştina demê ye?

Em tiştên baş û xirab dixwînin, em û opozisyonê şirîk in di reformê de, lewma dem bo me herdû aliyan weke hev giring e, di aliyê taktîkî de tu dikarî sûd ji lawazî û çewtiyên yê himber werbigirî, lê di meseleya reformê de aliyê xurt û yê lawaz nîne, em û opzisyonê ne dû dewlet in ku fen û fûtan li hev bikin.

Ji ber çi ji pêşî ve we negot projeya me jî heye?

Opozisyonê jî ev pirs kir û dûre wan bi xwe bersiva vê pirsê dan, gotin divabû di roja yekê de we bigota projeya me jî heye, dûre bersiva xwe dan û gotin mafê we ye projeya we jî hebe û hun azad in kengî pêşkêş dikin.

Lê biryar bû civîna 4an ya pêncalî hemû meseleyan yekalî bike û hun jî bersiva projeya opozisyonê bidin, lê ev pêk nehat, vêga jî pêşkêşkirina projeya PDK û YNKê di civîna dawî ya pêncalî de gelek pirs derxistin holê?

Rast e me ji opozisyonê re negotibû emê projeyeke reformê pêşkêş bikin, lê di karekî wisa de opozisyonê ciddîbûna xwe nîşan da û projeya xwe pêşkêş kirin, me pesinê rola opozisyonê da li ser wê projeyê û me sipasiya wan kir û piştî ku me projeya opozisyonê xwend, herdû serkirdayetiyên PDK û YNKê jî kok bûn li ser wê ya bi awayekî dî bersiva opozisyonê bê dayin ku 3 mijaran li xwe bigire, bersivdana projeya opozisyonê, dîtin û xwendina me bo proseya reformê û çareserkirina vê kirîzê, sêyem jî hinek ronkirin hebûn, lewma me jî dixwest ciddîbûna xwe ji opozisyonê re nîşan bidin ku em ji dil dixwazin reforman bikin.

Çi têbîniyên we li ser projeya opozisyonê hebûn?

Me ti xal paşguhnexistin, tenê aliyê perwerde û dadweriyê nebe ku ew jî bi awayekî ne rasterast bersiva me hebû li ser van herdû aliyan, çimkî bi baweriya me divê pirsa perwerde û xwendin û zanînê dûr bin ji siyaset û partîzaniyê, ev pirseke zanistî û rêbazî be û dîtina me bo aliyê dadwerî jî ew e ku tenê û tenê desthilata dadwerî dikare reformê di sazî û dezgehên dadwerî de bike, partiyên siyasî nikarin destê xwe têxin vî warî de.

Niha projeya PDK û YNKê li pêşber opozisyonê ye, divê çend ji sedî bersiva projeya we bê dayin?

Me nirxandineke baş û nêzîka 60 demjimêran projeya opozisyonê xwend bi komîteyeke 10 kesî, em naxwazin opozisyon bi awayekî lezgîn projeya me binirxînin, lewma me daxwaz kiriye ku lez neyê kirin di bersivdana projeya me û bi neheqî qala projeya me nekin, projeya PDK û YNKê ne himber projeya opozisyonê ye, lê bo timamkirina projeya wan e û em dixwazin ev herdû proje cihê xwe bigirin di peymaneke siyasî de.

We di projeya xwe de derbarê hikûmetê de 3 pêşniyar danîne ber opozisyonê, yan beşdarîkirin di hikûmeteke bingeh fireh û hilbijartinên pêşdem, rêkkeftineke siyasî, yan opozisyon bimîne û heya 2 salên dî, lê opozisyon daxwaza hikûmeteke demkî dike hun li ser vê yekê razî dibin?

Heya civîna bê çaverêya opozisyonê dikin bersiva projeya me bide û xal bi xal behs dikin û pirsa hikûmetê jî em zêde li ser peyvîne, em jî dibên şêwaza desthilatdariyê di dînya û sîstema demokratîk de li ber destê hemûyan de ye divê yekê ji wan hilbijêrin, PDK û YNKê dibên bila bi hevre hikûmetê xurt bikin û ger opozisyon jî neyê pêş em weke PDK û YNKê dikarin reformê bikin, ger opozisyon pêkut bû li ser hikûmeteke demkî û ew daxwaz pêşkêşî me kir, wê demê emê vê daxwazê jî bixwînin.

Nakokiyên di navbera we û opozisyonê de li ser çi ne?

Diyar e xalên nakokiyê hene û ger opozisyon bê nav hikûmetê jî ne şert e ev xal ji aliyê me bên bicihkirin û pesendkirin weke ku opozisyon dixwaze, yek ji xalên nakokiyê derketina 8 yasayan e ji parlamentoya Kurdistanê, opozisyon daxwaz dike ev yasa careke dî vegerin parlamentoyê û em jî dibên divê danûstandinê li ser bikin da ku bizanin bi tevahî daxwaza opzisyonê çî ye, çima pêdagiriyê li ser van 8 yasayan dikin? Giringiya van yasayan bo rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê çî ye, ev yasa jî ji xênî projeya destûr evin: civata asayîş, dezgeha asayîş, xwenîşandan, desteya pakbûnê, komîsiyona hilbijartinan, civata parêzgehan û hilbijartinên parêzgehan.

Pêwîstiya van bi tifaqa niştimanî heye?

Tifaq tiştekî pêdivî ye, lê gelo opozisyon ji ber çi daxwaza tifaqiyê dike, eger daxwaz bike bo berbipêşvebirina sîstema siyasî divê reftarê ligel vê sîstemê bike, ne ku her dema bixwazin parlamentoyê boykot bikin ku ev ne nîşana danûstandinê ye ligel sîstema siyasî, lê bêtir bo şikandin û rûxandina parlamentoya Kurdistanê ye.

Çend ji van yasayan dikarin bên gotûbêjkirin?

Hemû.

Lê li gor projeya PDK û YNKê ku niha li pêşber opozisyonê ye, yasaya xwepêşandanê nabe vegere parlamentoyê?

Em dibên her yasayek ku ji parlamentoya Kurdistanê derket divê bê bicihkirin û dûre mumkûn e ew yasa bê sererastkirin, lê nabe em parlamenê bikin cihê ezmûnan. Parlamento dengê gelê Kurdistanê ye û rewatiya xwe heye û di civîna 4an a pênc alî de me standarta cîhana yasaya xwepêşandanan pêşkêşî opozisyonê kir da ku zêdetir vê babetê bixwînin, gelo ev yasaya niha heye bo xwepêşandanan li gor standarta cîhanî ye yan na. Nabe em bidin pêşiya hemû dewletên cîhanê bo vê yasayê û pêwîstî bi wergirtina moletê neyê kirin gava xwepêşandanek tê kirin û em bêjin xwepêşandanên ji nişkave pêwîstiya wê bi wergirtina moletê tune, ev li ti devereke dinyayê tune. Heya niha li ser vê mijarê jihevfamkirin di navbera me û opozisyonê de çênebûye.

Pirsa destûr niha mezintirîn xala nakokiyê di navbera opozisyon û desthilatê de ye, ev çawa çareser dibe?

Dixwazim bi giringî qala destûr bikim, weke prensîb em weke PDK û YNKê destûrekê ne tenê bo PDK û YNKê lê bo tevahiya Herêma Kurdistanê dixwazin, em destûrekê navin ku li gor taybetmendiyên partiyekê be.

Lê li hemû cîhanê pêwîstiya destûr bi tewafuqê heye?

Em jî dixwazin li Herêma Kurdistanê destûreke bi tewafuq hebe û projeya destûra Herêma Kurdistanê 97 dengên endamên parlamentoya Kurdistanê bidestve aniye tenê endamekî dengê xwe neda vî destûrî, yanî di parlamentoya Kurdistanê de tifaqî li ser projeya destûr hebû, hemû aliyan, herdû partiyên Îslamî jî di nav de dengê xwe li ser dan. Vêga divê berî her yasayekê destûra Herêma Kurdistanê hebe. Em giliyan ji opozisyonê dikin çima bi me re lezê nakin bo derxistina destûrê, gelo valahiyeke destûrî hebe yan destûrek hebe û dûre behsa sererastkirina madeyên vê destûrê bikin? Lê em destûrekê jî nabin bo referandûmê ku opozisyon ne ligel be û niha jî em hewl didin qenahetê bi opozisyonê bînin ku referendum li ser destûr bê kirin û dûre bi hevre rûnin bo sererastkirina madeyên destûrê.

Çi made di destûrê de heye bo PDK û YNKê hêla sor e û nabe bê sererastkirin?

Di civîna bê de em dixwazin bi ciddî li ser vê pirsê rawestin, gelo ew made çi ne ku opozisyon wan giring dibîne û divê îro bên sererastkirin, çima van madeyan nahêlin heya piştî referendûmê? Em weke PDKê ti madeyeke destûrê weke hêla sor nabînin.

Hun razî dibin desthilata serokê Herêma Kurdistanê bê kêmkirin û ji aliyê parlamentoyê bê hilbijartin?

Eger hevdengiyek hebe li ser wê yekê ku sîstema Herêma Kurdistanê parlamenî be û postê serokê Herêma Kurdistanê yê rûmetê be, bi dîtina me weke PDKê di vê qonaxê de pêdiviya Herêma Kurdistanê bi sîstemeke nîv-serokayetî heye, ku ew jî parlamento rola xwe ya aktîf bileyîze û serokê Herêma Kurdistanê jî aktîf be û desthilata wî hene, ji ber çi? Ji ber ku em di qonaxa xebata netewî de derbas dibin, gef li ser neteweya Kurd hene û vêga jî hê ev gef hene, lewra di vê pêvajoyê de sîstema nîv-serokayetî bo Herêma Kurdistanê pêdiviyeke netewî û siyasî ye, sibe gava rewşa herêmê berbi aramiyê çû emê vegerin ser sîstema parlamenî.

Lê opozisyon pêkut e li ser wê yekê ku desthilata serokê Herêma Kurdistanê bê kêmkirin?

Em ligel wê yekê ne sîstema desthilatdariya niha ya Herêma Kurdistanê weke xwe bimîne û hertişt jî dikare bê gotûbêjkirin.

Lê eger ew li ser daxwaza xwe pêdagir bûn ku divê destûr bê sererastkirin, hunê raya wan qebûl bikin?

Ger em li ser raya xwe pêkut bûn, ewê raya me bipejirînin? Dibe em qenahetê li cem wan çêbikin ku ew jî ligel me razî bin destûra ku niha heye referendum li ser bê kirin û em li ser raya xwe dimînin ku sîstema niha li Herêma Kurdistanê heye ne sîstema serokayetiyê ye, çimkî desthilatên serokê Herêma Kurdistanê pir kêm in. Li gor proje-yasa destûrê desthilatên serokê hikûmetê ji desthilatên serokê Herêma Kurdistanê zêdetir in; hem vêga zêdetir in û hem li gor projeya destûra Herêma Kurdistanê jî zêdetir dibin. Em dibên divê weke prensîb tewafuqeke niştimanî li ser be û em bikarin ji sedî 99.99ê dengê xelkê li ser kom bikin û bibe nasnameya Herêma Kurdistanê.

Çima di civîna 4an ya pêncalî de we demek bo civîna 5an destnîşan nekir?

Opozisyonê daxwaz kir û niha jî dem di destê opozisyonê de ye, ew emir dikin kengî civîna 5an bê sazkirin.

Di civînên pênqolî de hersê aliyên opozisyonê himber PDK û YNKê hevdeng in?

Di hêlên serekî de belê hevdeng in, lê belê li ser beşdarîkirina di hikûmetê de û pirsa destûr nerînên wan yên cuda hene.

Çend civînên dî yên pêncalî pêwîst in da ku hertişt diyar be û dawî li civînan bê?

2-3 civînên dî pêwîst in û hemû mijar diyar û yekalî dibin.

Di civînan de opozisyonê daxwazên kolanê danîn ber we?

Heya niha ti daxwazeke kolanê nedane me, qala xelkê dikin, lê qala kolanê nakin.

Opozisyonê daxwaza butçê ji we nekir ku hun careke dî bidin wan?

Butçeya opozisyonê nehatiye qutkirin lê hatiye sekinandin, heya niha jî daxwaza butçê ji me nekirine.

Ger daxwaz kirin?

Her dema ku bixwazin emê bi awayekî pir erênî daxwaza wan werbigirin.

Behsa hilbijartina civata parêzgehan tê kirin, kengî ev hilbijartin wê bê kirin?

Bi baweriya min di dawiya Cotmeha îsal de ye.

Di vê hilbijartinê de jî PDK û YNKê wê bi lîsteyekê beşdar bin yan cuda?

Heya niha gotûbêj li serê nehatiye kirin.

Çawa baştir e?

Baştir e her yek bi lîsteyeke cuda beşdar be û piştî hilbijartinê bi hevbendiyekê biramin.

Tê gotin ji ber ku hêza serekî li Silêmanî opozisyon e, lewma wê PDK û YNKê bi lîsteyekê beşdar bin?

Heya niha em nizanin opozisyon çawa li Silêmaniyê beşdar dibe û ne şert e jî em û YNKê li Silêmaniyê bi lîsteyekê beşdar bibin.

Hêvîdar Ehmed : Rudaw

 

Back to top button