Cîhan

Li Hamayê 6 kes hatin kuştin

 Doh li Hamayê hêzên çekdarên Sûrî bi çekan êrîşê xwepêşandaran kirin û di encam de kêmasî 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Wek tê zanîn eve çend rojin lêşkeran bi çekên giran dora bajarê Hamayê girtine û çuyîn û hatinê berdewamî kontrol dikin.

Li ser êrîşên dewletê yên dijwar li dijê milet, Fransa daxwaziy ji NY kir ku, li himberî êrîşên hêzên çekdar yên sûrî li dijê gelê Sûrî raweste.

Li gora nûçeya ajansa Reuters nûnerekî wezareta Derve ya Fransa got ku, Rejima sûrî rêya dijwariyê li himber xelkê hilbijartiye. Em hêvî dikin Konseya ewlehiya Navdewletî helwestekî vekirî li dijê rejîma Sûrî ragihine.

Back to top button