Nivîsar

PKK û xwedê giravî avakirina meclisa Kurdistanê

Serokê KCD Ehmed Türk got ku; “Emê meclîsa Kurdistan’ê ava kin”.Başa ma gelo ji vere nabejin,veki go hûn meclîsa Kurdistanê dihebînin bo çi hûn çun mazbata parlementerîyê vergirtin û maaşê parlementeri distênin? Heger ji dil ava kirina parlemento li ruhê ve de hebû,çima hûn li propagandayê xwe de ne gotin “Gelê milletê Kurd em namzetên serbixwe heger serbikevin em naçin Enqereye paytext, eme li welat parlementoya xwe ava kin loma em Kurdin u çareseri ne li Enqereya paytaxtê Tirka’ye li Amedê paytaxta Kurdistan’êdeye.

Ehmed Tirk û hevalbenda Wî vek Aysel Tuğluk, ji dil bêjin çareserî li Amedê ye,emê parlemento vekin.Gelo çima rê li ber Enqere asê nakin dibêjin; “şert bên guhartin em dikarin herin Enqere” hûn herin hanekê xwe bi xwe bikin, ne li me!
Ger hûn ji dil dixwazin parlementoya Kurdistanê ava bikin pêşi herin istifa xwe bidin paşî dest axaftina bikin.

Bes rûhê neteweyetîyê vî milletî re bilîzin. Bes wan bi xapênin.Kemalizim ji xeyni teslîmîyetê pêştir ti tişt nadî we.

Heger roja pêşî ve bi gotana; “me bibijêrin lê eme neçin parlemento.Em bi banga netewîtî piştgirîyê xalkê distênin,em naçin parlementoya dagirkeran û mazbata xwe ji nestandana,vê demê hûn karibûn bêjin; “Cihê Kurda Amede û Parlementoya Kurdistanê ye.Em bi raya gelê xwe hatine hilbijratinParlementoya Enqere ji me re ne pêwîste.” Vê demê emê bigota raste.

Hinek tiştên ku ne li hesabê Kemalista bî,ji ber go ve xistîye leybok li ser we,ew tiştên cih tênî,we didî leyistandin.Hûn jî dibêjin emê parlemetno çêkin,zirta dikin. Li Enqere sibe tişt bên adilandin hûnê vegerine Enqere! Gelo paşî çava hûne ruyê gelê me meyzenin?

 

QARDOX TORÎ

Back to top button