Gelo ev mimkine?
CHP ji bo du hevalên xwe yên di doza Ergenekonê de girtî sund naxwe. Diçe parlementoyê lê sund naxwin. BDP jî ji bo rewşa Hatib Dicle û hevalên xwe yên di doza KCK-ê de girtî naçin parlementoyê û sund naxwin.
Ev yek dibe sedem ku CHP û BDP nikarin tevlî karên parlementoyê bibin û nikarin li ser mijarekî ku di parlementoyê de bête gengeşe kirin axavtinê bikin. Herweha di parlementoyê de nikarin dengên xwe ji ji bo tiştekî kar bînin.
Di desturê de tê gotin ku, dema parlementerek bê hilbijartin û herê parlementoyê divê di cih de sund bixwe. Heyne nikarê tevlî karê parlementoyê bi tu awayî bibe.
Herweha pisporên siyasî û hukukî li Tirkiye îdia dikin ku heta mehekî parlementerên CHP û BDP sund nexwin parlementeriya wan dikeve.
Destura Bingehî ya Tirkiye mada 84-ê bi vî awayî ye: “ Eger parlementerek 5 civînên di parlementoyê de bê sedem amade nebê parlementeriyî wan dikarê bikeve.“ Li gora vê madeyê ihtimala parlementeriya parlementerên CHP-ê û BDP-ê bikeve heye. Hingê jî parlemento dikare biryarê li ser rewşa parlementeran bide.
Dema rewşek bi vî awayî bête holê divê li deverên ku parlementerên wan kêm bûyin cardin hilbijartin ji nûve çêbibe. Eger ev yek bête rojevê CHP qet namîne mimkine bi tenê çend parlementeran bête temsil kirin.
Di rewşek halê de Ak Partî û MHP hêjmara parlementerên xwe zide dikin. Dê hingê Ak partî bigihe hêjmara 367 parlementerî û wê bikaribê bi serê xwe desturê jî biguherê û hêza yekem û xwedî biryar tenê Ak Partî dimîne. MHP jî dibe partiya opozisyonê ya yekem.