Polîtîk

Pêwiste xelkê Kerkuke di bin desthilata pêşmerge de be

Berpirsê liqa 3 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ragihand ku, ew daxwaza ku Serok Barzanî ji eren û tirkimanan qebul kiriye bo avakirina hêza xwe, ne hêza Heşda Şebî ye, ji ber ku pêwîst e xelkê Kerkûkê bin û di bin desthilata Hêzên Pêşmerge de bin, lê tevî wê yekê jî zehmet e ku karibin ji xwe re hêzekê avabikin.

Mihemed Kemal Berpirsê liqa 3 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê û endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: Serokê Herêma Kurdistanê dema ku serdana Kerkûkê kir, razî bû ku hêzek bo ereb û tirkimanên Kerkûkê were damezrandin û wek Pêşmerge şerê DAIŞê bikin, lê mebesta wî ne hêza Heşdî Şebî bû, ji ber ku ew ne xelkê Kerkûkê ne.”

Kemal wiha domand: “Serok Barzanî got ku pêwîst e xelkê Kerkûkê bin û di bin desthilata Hêzên Pêşmerge de bin, lê tevî wê yekê jî zehmet e ku karibin ji xwe re hêzekê avabikin, lewma eger ew dixwazin şer bikin bila bên û ligel Hêzên Pêşmerge şer bikin.”

Back to top button