Civak

HPŞ tevlî milîsên Şîe bûn

`

Li devera Şingalê hezek bi navê Heza Parastina Şingalê ji Kurdên ezidî hatibû avakirin. Ev hêz li ser PKKê ve bû.

Herweha têzanin ku li deverê hêzên Şîe jî bi navê Heşdî Şeibî hatine avakirin û ev hezek Irakiye û hukumeta Merkezi ya Iraqê wan xwedî dike û miaşên wan dide. 

Hêza Parastina Şingalê ku ji Kurdên Ezidî pêktê, xwe tevlî hêza Şîeya ya Iraqî kirin. Niha HPŞ jî bo beşek ji Heşdî Şeibî. Yanî bi awayek din beşek ji heza Irakî.

Di vê derbarê de fermandarê HPŞ Heyder Şeşo dibêje: Em tu carî li dijî Kurdistanê û Pêşmerge nînin û got, em mîna pirekê ne di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de.

Herweha Şeşo  di daxuyaniyek ku daye Rudawê jî dibêje: , tevlîbûna şervanên me di nav Heşdî Şeibî de barê Herêma Kurdistanê sivik dike çimkî Herêma Kurdistanê di warê aborî de vê gavê tengav e…

Di rastiya xwe de tê zanin ku piştî şerê DÎşê dawî werê û DAÎŞ ji herêmên Kurdistanî bê pakij kirin. Hukumeta Nawendî û milîsên Şîe ji bo pêşmerge li herêmên Kurdistanê nemînê xwe amade dike ku şerê pêşmerge bike.

Hê ji niha ve li Kerkukê ji bo vê yekê alozî hene. Bi awayek din tu cara Irak û hêzên hukumeta nawendî ve girêdayî, naxwazin deverên di madeya 140 de bimîne di bin kontrola Pêşmerge de.

Ev hêza ku HPŞ tevlîbûyî sibe dê şerê Pêşmergeyê Kurdistanê bike.

Back to top button