Polîtîk

Mela Bextiyar: YNK di rewşeke aloz de ye

Di van rojan de şerê daxuyaniyan di navbera endamên serokatî û polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest pê kiriye û hev du bi ajantî û sîxoriya welatên biyanî tawanbar dikin.

Duhî (24.02.2015) Mela Bextiya berpirsê desteya kargêriya polîtbûroya YNKê daxuyaniyek da raya giştê û di wê daxuyaniyê de eşkere dike ku, YNK di nav rewşeke aliz de ye û metirsiyeke mezin li ser wê heye,

Bextiyar di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ji sedemê nebûna civînan û diyalogê roj bo rojê rewşa YNKê ber têkçûnê diçe û dibêje divê komîteyên taybet bên avakirin û lêkolînê li ser kirîza nava YNKê bikin û çareseriyan destnîşan bikin.

Weke tê zanîn Cafer Mistefa endamê polîtbûroya YNKê û Adil Murad serokê civata niştimaniya YNKê hev du bi ajantîyê tawanbar kiribû û Cafer eşkere kirbû ku Nurî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê li ser daxwaza Adil Murad budceya herêma Kurdistanê û miaşê karmendên hikûmeta Kurdistanê biriye.

Back to top button