CivakRojev

Pêwîste pîrozî û sembolên gelan bên parastin

Farmanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîj (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrîşa Heşdî Şabî li ser avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nerazîbûna xwe da diyar kirin.

Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek di vê derbarê de ragihand û dibêje:Bi sedan hezar kes ji ciwanên gelê me yê kurd li Herêma Kurdistanê ji bo bilindkirina ala xwe û azadkirina xaka ji dîktatorîyetê û terorê bicîhanîna aştiyê şehîd bûn.

Ebdî berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Şewitandina ala, sembol û baregehan, ne rêyek û şêwazêkî şaristanî ye ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî. Pêwîste pîrozî û sembolên gelan bên parastin û ew kesên dest ji prensîb û binemayên pêkvejiyanê ji nav dibin werin cezakirin.

Back to top button