Hukumet êrîşa li ser avahiya PDK û Ala Kurdistanê şermezar dike

Hukumeta Kurdistanê di derbarê şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê li Bexdayê bertek nîşan da û di vê derbarê de daxûyaniyek belav kir.

Daxûyaniua Hukumeta Kurdistanê:

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî şewitandina Ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermexar dike.

Her cure êrîş û destdirêjiyekê ji aliyê kes û grûban ve li ser sembolên Herêma Kurdistanê û partiyên wê yên siyasî ne cihê qebûlkirinê ye.

Pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên pêwîst ji bo parastina baregehên partiyan û nûneratiya welatên biyanî li Bexdayê û her bajarekî din, ji êrîşa her grûpeke ji yasayê derketiye bigire ber xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mafê xwe dizane ku hemû rêkarêke yasayî û rêpêdayî ji bo parastina welatî û destkeftên xwe û rêzgirtina li Ala Kurdistanê bê girtin.

Daxwaz ji Hikûmeta Federal dikin, rêkarên yasayî bigire ber xwe û êrîşkeran bigihîne sizayên xwe, ta ev cure kiryarên dizîwane dubare nebin.

Nerîna min :