Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir êrîşa li ser baregehê PDKê li Bexdayê şermezar kir. Sedir daxûyakirin ku;Iraq dîlê hez û gendeliyê ye û di bin kontrola zarokan de ye.

Sedir berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Ji Xwedê bitirsin bo aştiya civakî, çimku di metirsiyê de ye, çi bi serê we hatiye? Siyasetvan şerê hev dikin, partî şerê hev dikin, gel şerê hev dikin, bangxwazên reformê şerê hev dikin, xelkê ayîndost şerê hev dikin, xelkê sivîl û dost şer dikin, dijmin jî li vir û li wê me perçe perçe dikin.”

Sedir ji beşek din a daxûyaniya xwe de ji hêzên Iraqê re dibêje: Hûn aqil nabin, ma hûn nzianin Iraq emanetek e ku divê biparêzin, ne ku bişewitînin. Sedir ew kesên ev yek kirîn bi karek teroristî dide nasandin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: