Pêwendiyên Israîl û Tirkiye berbi xirabînê ve diçe

Nexweşiyek dîplomatik di navbera Tirkiye û Israîl de destpêkiriye. Di encama rezêfilmek ku têde behsa Israil bi xirabî tê kirin Wezareta derve ya Israîlî banî sefîrê Tirkiye li Israîl kir û bala wan kişand.Piştî vê bûyerê  wezareta derve ya Tirkî jî banî sefirê Îsraîl kir û bala hukumeta Israîlî kişand.
Dema sefîrê Tirkiye yê li Îsrail çûyî wezereta derve ya Israîl muameleyek xirab li gel hatiye kirin û Tirkiye ji vê yekê gelek nerehet bûye. Ihtimala ku Tirkiye sefîrê xwe yê Israîl şûnde bikişînê heye.
Ev rêzefilma bi navê “ Kurtlar Vadîsî “ ji berî niha bi xirabî behsa Kurdistana Başûr jî kirî bû.

Nerîna min :