Polîtîk

Salih: Wîlayetên din yên Îraqê dikarin fêdey ji tecrûbeya herêma Kurdistanê werbigirin.

   
       
Duhî bi amaeebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, Abdulrehman Mistefa waliyê Kerkûkê û hijmareke endamên civatên îlayetên Îraqê, konferensa civatêb wîlayetên Îraqê ku, ji aliyê enîstîtoya Komariya Navdewletî IRI ve hatiye amadekirin, li bajarê Hewlêrê destpêkir.

Di vê konferensê de Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir. Salih di peyva xwe de got ku sîstema federaliyê ji bo Îraqê, ji bona ku Îraq bihêz bibe û di warê aborî, civakî û bazirganî de xwe li ser lingên xwe bigire, sîstemeke gelek giringe û got:

– Di vê şarçoveyê de wîlayetên din yên Îraqê dikarin fêdey ji tecrûbeya herêma Kurdistanê werbigirin.

– Bihêzbûba herêma Kurdistanê bihêzbûna hemû Îraqê ye. Herwesa ber bi pêşveçûna herêma Kurdistanê ber bi pêşveçûna bexda, Mûsil û hemû Îraqê ye.

– Herêma Kurdistanê xwedî tecrûbeyeke zengîn e, hemû ew arîşeyên têkelî bo molkdariyê ve heye li herêma Kurdistanê hatîne çareser kirin. Ew arîşeyên niha li Îraqê hene, ji bo çareserkirina wan, pêwîstî bi sîstema lamerkeziyê (Decentralism) heye.

Paşî Medhet Mehmûd serokê dadgeha bilinda federalî li Îraqê di axaftina xwe de got:

-Tecrûbeya herêma Kurdistanê di warê îdarî û federalîyê ve tecrûbeyeke pêşkeftî ye. Tecrûbeya herêma Kurdistanê dikare ji bo hemû wîlayetê Îraqê bib mînak.

Konferensa civatêb wîlayetên Îraqê dê du rojan berdewam û têda mijarên mîna; sîstema federalî, lamerkezî, çalakirinma warê învestkariyê, saziyên destûrî û reformên zîraetê bîn minaqeşekirin.

Back to top button