Nivîsar

Pêvajoya tesfiyekirina PKKê û “rûmeta” berpirsên DEMê !

Li Tirkiye pêvajoya ku bi însiyatîfa ji aliyê dewletêve hatî destpêkirin li gel gelek nakokiyan berdewam dike. Heyetek ji parlementer û  endamên DEMê hate destnîşankirin. Heyet ji parlementerê DEMê û cigîrê serokê Parlementoya Tirkiye Sirri Sureya Onder ku ew bi xwe Kemaliste kî çepê Tirke û ji Parwîn Buldan ku eslê xwe erebe hate destnîşankirin. Ev heyet erêkirina dewletê û Ocalan bû. Vê heyetê serdana Îmralî cara yekem kir û piştre dest hevdîtina hinek aliyên siyasî kir û serdana hevserokên berê yên HDPê Demirtaş û Yuksekdag kirin. Lê ya balkêş Ahmet Turk jî tevlî vê heyeta hevdîtina kirin. Lê dema cara duyem serdana Îmralî hete kirin Turk li gel xwe nebirin.Gelo Turk ne cihê baweriya Dewletêye yan ne cihê baweriya Ocalan e? Ev pirs bivê nevê derdikeve holê.

Niha navê pêvajoyê kifşe, çewe ku Erdogan û Bahçelî dibêjin: ” Ev pêvajoya devjêberdana çekan ê tesfiyekirina PKKê ye.” Ew vekirî dibêjin : Yan dê PKK guh bide banga ku Ocaln bike, yan emê PKKê ji holê rakin. 

Lê DEM bi awayek şermok naxwaze rastiya rû dide bibîne. Berpirsên DEMê dizanin çi dibe ,lê vekirî tiştekî nabêjin. Di kulisan de vekirî dibêjin ku, ji bo çi me ji derê pêvajoyê dihêlin û agahiyên pêwist nadin me. Lê newêrin vê eşkere bêjin. Ji bo vê jî hinek daxûyaniya di derbarê hevditina li gel Ocalan didin ku bingehek jêre tuneye. DEM dewsa behsa rastiya xwe bike û li himber pêvajoyê helwesta xwe bide diyarkirin behsa ”aştiyek bi Rûmet” dikin. Rûmet a çi halê çi? Kesek te muxatab nagirê û tu behsa ”rûmetê” dikî. We bi xwe ”rûmet” ji bo xwe nehiştiye.

Dewlet bi awayek dijwar êrîşê PKKê dike rojane dide xûyakirin ku çend çekdar û berpirsên PKKê ji nav dibe. Li Rojavayê Kurdistanê li himber çekdarên PKKê bi tundî şer dike. Tayînkirina Qayuma berdewame. Bi operasyona bi tohmeta endametiya PKKê bi dehan kesan digre. Ji aliyek din ve jî li gel Ocalan pêvajoya ku dewletê bi însiyatifa xwe destpêkirî rêve dibe. 

Dewlet li gel Ocalan serdikeve yan nakeve ev bazarek dine. Lê vêca bila DEM jî biçekî bi ”rûmet” tevbigere û behsa rastiya xwe bike.

Gelek PKK iyên şermok û ewin bi medya xwe de û nivîsên xwe de piştevanî û propagandeya DEMê dikin, naxwazin vê rastiyê bibînin. Tu pêwendiya vê pêvajoyê bi pirsa Kurd re tuneye. Bi dengê ”Bilalê Hebeş” dewlet diqire û behsa  vê pêvajoyê dike. Lê DEM  hewldide aliyekî  xwe pispirê Qendil û aliyek din bikeve di nava pêvajoyê û bibe xwedî rolekî.

Qendîl li dijê pêvajoyê daxûyaniya dide, awayê pêvajoyê rexne dike. Lê qendil newêre vekirî red a Ocalan bike. Hêja kaşo behsa tecrîtê dikin. Siyaseta PKKê ya dûrû kifşe. Ji ber ku ew çi bêjin xelkek heye ku tenê qebûl dikin. Dema mirov xwediyê koleyên siyasî be û xelkê wek keriya bibîne ev siyaset tê rêvebirin.

Rûdanên rojavayê Kurdistanê, dê gelek guhertina li herêmê û nava hinek tevgerê û rêxistinan de bike. Ji bo kurdên rojava nebin qurbana kiryar û siyaseta PKKê gerek li gel hev yekrêziyekî pêkbînin û bi yekdengî li gel Şamê ji bo mafên xwe yên rewa bidin û bistînin.

Li rojavayê Kurdistanê tehrîbata ku PKKê kiriye metirsiyek peyda kiriye ku, hêjmara  ereban li herêmên Kurda nezikî hijmara kurdan bûye. Ev yek dikare bibe sedemek ji bo ji navbirina rojavayê Kurdistanê bi awayek siyasî. Veca di roja me de rêya yekem ewe ku,kurd xwe ji PKKê dûr bêxin û vê yekê deklere bikin û ji bo xwe tevbigerin.

30.01.2025

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button