Civak

Pêşmergeyê rêbaza Barzanî koça dawî kir

Kerîm Şengalî Koça dawî kir…

Kerîm Şengalî her demî kadroyek û serkirdeyek jîr, jêhatî û serkeftî yê PDK û rêbaza Barzanî bû. Kerîm di dema pêşmergeyetîyê de li sere çiyayên Kurdistanê fermendarek sereke û çalakbû. Herweha di heman demî de, piştî serhildana 1991ê jî. Di karen siyasî û diplomatik de kesayetek sereke û jêhatî bû. Şengalî di avakirina ewlehiya Kurdistanê de endezyarek serkeftî bû. Kerîm di hemû astan de li gora qonaxên ku Tevgera azadixwaz a Kurdistanê tere derbas dibî de rolê xwe yê niştimanperwerî gelek bi serkeftî dileyizt û kesayetek serkeftî û Kurdistanî bû.

Wefadarî û dilsoziya hevaletiya wî, taybetmendiyeka Kerîm a girîng bû.

Roja ku min Kerîm naskirî heta wefata wî pêwendiyeka gelek bi hêz û dostane hebû. Li sere çiya derveyî welet jiyana penaberî de û herweha di mercên Kurdistana azad de Kerîm kesayetek bû ku, erke xwe yê niştimanperwerî û Kurdistanî di asta herî baş de pêktianî û dostek dilsoz û hevalek hêja bû.

Kerîm jiyana xwe ji bo destxistina mafê miletê Kurd yên rewa terxan kirîbû. Koça dawî ya Kerîm Şengalî ji bo Kurdistanê û Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê windabûnek mezin bû.

Dê Kerîm û yên wek Kerîm di xebata azadixwaz a Kurdistanê de her tim di bîra mede be ûzanebûn û jîrbîna wî dê wek mînakek be ji bo nivşên nû.

Bila serê malbat, heval û hogirêb wî saxbe , bila serê me hamiyan saxbe.. Cihê wî biheşt be.. Oxira te bi xêr be…..

Dara Bilek

Back to top button