Pêşmergeyan li Tuzhxormartuyê ala Kurdistanê çêkir

Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Federel, li lûtkeya Çiyayê Elî Mursa, ku ew çiya li herêmê çiyayekî pîroz tê qebûl kirin, bi boyaxê ala Kurdistana rengîn çêkirin. Herêma Tuzxormatu, li ser rêya Bexda û Kekkuk, Bexda û Selahedîn de cîh digre. Li ser nakokiya di navbera Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federel û hikumeta navendî a Iraqê, navçeya Tuzhurmatu ji aliyê pêşmerge û hêzên hikumeta Iraqê ve hatibû dorpêçkirin. 

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, Hêzên Operasyona Dîcle ava kiribûn û ew hêzên Dîcle li herêmê ku li ser hevnehatin dewam dike dixwast bicîhkirin bide. Li ser vê hêzên pêşmergeyan bi top û tank û çekên gran, rêya têketina kerkukê girtibûn û rê nedabûn ku artêşa Iraqê têkeve Kerkukê. Ji ber vê nakokiya di navbera her du aliyan de, pêşmergeyan bera xwe dabûn Tuzhurmatuyê jî.

Pêşmergeyan, li ser çiyayê pîroz Elî Mursa ala Kurdistanê ku gellekî ji dûr ve jî tê xuyakirin, çêkirin.    

Nerîna min :