CivakHevpeyvîn

Pêşmerge şeref û şanaziya me ye

Nivîskarê navdar Ibrahîm Sediyani yê ku yek ji 587 rêwiyan bû yên ku bi keştiya Mavi Marmarayê alîkariya mirovî dibir ji Xezzayê re ku di 31ê Gulana 2010an de, Îsraîlê di ava Deryaya Spî de êrîşî wê kir, piştî rêkeftina Tirkiye û Îsraîlê ragihand ku eger ti tezmînatê bistîne, ew ê pereyên wê bide artêşa Kurdistanê, Pêşmergeyan. Cesîm Îlhan/Sputnik TAYBET – Sediyanî: ‘Li hember kurdan şerekî mezin heye’Navenda Nûçeyan — Nivîskar û rojnamevan Sediyanî yê ku bi nasnameya xwe ya Kurdistanî û Îslamî tê nasîn û 6 pirtûkên wî hatine weşandin, hemû malê xwe ji bo Keşmîra Pakistanê re bexişandibû ku di sala 2006an de erdhej lê çêbûbÛ û 87 hezar kes lê miribûn.”DI DILÊ HER KURDEKÎ DE, KURDISTANA SERBIXWE HEYE” Piştî rêkeftina Îsraîl û Tirkiyeyê, me xwest em fikira Sediyanî bizanin ku gotina serokê nemir Mistefa Barzanî ya “Di dilê her kurdekî de, Kurdistana serbixwe heye” bi bîr anî û got, eger ji bo Mavi Marmarayê mafê stendina ti tezmînatê bistîne, ew ê wan pereyan bide pêşmergeyan.Seydiyanî diyar kir ku Pêşmerge artêşa milî ya Kurdistanê ye û ji bo azadiya Kurdistanê şer dikin û wiha dewam kir, “Pêşmerge şeref û şanaziya me ne, Ji xwedayê Tebareke û Teale, dixwazim ku her dem serkefti bike û di vê dinyaya fanî de dîtina komara Kurdistana serbixwe jî bike nesîbê me”. ‘JI BO SERXWEBÛNÊ PIŞTGIRIYA SEROK MESÛD BARZANÎ BİKİN’ Nivîskarê kurd: “Bila kurd bibin yek”Herwiha nivîskarê kurd bangî hemû kurdan piştgiriya Serok Mesûd Barzanî di rêya serxwebûn û referandûmê de bikin û wiha got, “Mesûd Barzanî ne tenê serokê partiyekê ye, ew serok milî yê kurdan e, Birêz Barzanî, serokê neteweyî yê kurdan e, herwiha Mesûd Barzanî emanta Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî ji bo me ye. Heta ew layiqî Kurdistanê be, em ê jî layiqî wî bin”.”KURDISTAN RASTÎ YE Û KURDISTANA SERBIXWE JÎ MAF E” Sediyaniyê ku heyranê Malcolm Xyî, gotina wî ya “Xwedê ti milet ji miletê din çêtir neafirandiye. Wê çaxê çî wan hebe, divê ya me jî hebe, û diyar kir ku çawa dewletbûn ji bo tirk, faris, ereb, yûnan, rûsî, almanî, û frensîyan normal e, ji kurdan re jî wek şîrê dayikên wan helal û wiha dewam kir, “Kurdistan rastî ye û Kurdistana serbixwe jî maf e. Dewlet, ala û serxwebûna ku gelên din re helal e, çima dê ji gelê kurd re heram be?Ji tirk, faris û ereban gişan re helal e, lê gava mesele tê ser kurdan, heram dibe, mesele wiha ye? Fikireke wiha di kû islamê de yan di kû Quranê de dinivîise? Kîjan ol, durûtiyeke wiha dipejirîne?” “XWEDÊ TEALA MIRINÊ BERÎ DÎTINA KURDISTANA SERBIXWE NEKE NESÎB” Me ji Sediyaniyê ku bi salan e, li erdnîgariya îslamê digere û mezlûmiyeta wan ji tevahiya dinayayê radigihîne, yê hemû malê xwe bo Keşmîrê bexişand, yê ku ji bo gelê Xezzayê li Mavî Marmarayê siwar bû, yê ku ji bo li dijî birçîbûn û zuhayiya Somaliyê ket kampa penaberan ta ku alîkariya mirovî ji wan re bibe, yê ku li komkujiyên çeteyên Bûdîst li ser gelê misilman ê Rohingyayê bo dinyayê ragihand û bi vî awayî bû deng û wijdanê erdnîgariya mezlûm ya umeta îslamî, bersiva pirsyara me ya “berî mirinê, tiştê dixwazî bibînî Û bijî, çi ye?” da û got,” Serxwebûna Kurdistanê û wiha dewam kir: “Xwedê Teala mirinê berî dîtina Kurdistana serbixwe neke nesîb. Naxwazim bimirim berî ku komara Kurdistanê ya azad û serbixwe bibînim, naxwazim bimirim berî ku bibîni alaya rengîn bi azadî li ba dine. Divê hemû bawermendên kurd ji bo dia bikin û ji bo vê têbikoşin”. 

Back to top button