Pêşmerge ji derveyê Kurdistanê şer nakin
Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku Pêşmerge ji bo şerê DAIŞê pêwîstî bi tank, zirêhpoş û helîkopteran e. Mesrûr Barzanî her wiha ragihand, %30ê nifûsa Mûsilê kurd in û dê di şerê kontrolkirina bajêr de jî beşdar bibin lê bi tenê na.
Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de bi malpera înglîzî ya NPRê re li ser şer û operasyona azadkirina Mûsilê got, Pêşmerge ji bo şerê Mûsilê amade ye lê em li bendê ne artêşa Iraqê xwe ji wî şerî re hazir bike û wiha axivî: “Pêşmerge bi tenê naçe nav Mûsilê ji ber ku ev yek dê bibe sedema hesasiyeta siyasî lewma divê hêzên sunnî jî tevlî şerê Mûsilê bibin.”
Mesûr Barzanî, ku gellek caran li kêleka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye li eniyên şer, destnîşan kir ku artêşa Iraqê ji şerê Mûsilê re hazir nîne û wiha anî ziman: “Mixabin, artêşa Iraqê 10 salan hat perwerdekirin û piştevanîkirin lê nekarî li Mûsilê şerê DAIŞê bike. Tevahiya cebilxane û otomobîlên xwe yên leşkerî ji DAIŞê re hîşt.”
Mesrûr Barzanî da zanîn ku ji ber şerê DAIŞê milyonek û 600 hezar iraqî reviyane Herêma Kurdistanê ku pişka herî zêde xelkê parêzgehên başûrê Iraqê ne û got, divê plana girtina Mûsilê baş were danîn çimkî eger ji ber vê yekê xelkê bajêr hemû ji mal û warê xwe bibin wê demê operasyona Mûsilê serkeftî nabe.
Li ser pêvajoya piştî girtina Mûsilê jî Mesûr Barzanî got, %30ê xelkê Mûsilê kurd in ji ber wê jî divê kurd jî xwedan rol bin di nav bajêr de û desthilata bajêr jî di nav pêkhateyên bajêr de were parvekirin.
Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku alîkariya hêzên hevpeyman bo Pêşmerge têrê nake ji ber ku çekdarên DAIŞê zêde paşde neçûne lewma divê tank, helîkopter û otomobîlên zirhî bidin Pêşmerge û wiha got: “Helbet me ji zû de daxwaza van çekan kiriye lê heta niha nedane me.”
Li gorî Mesrûr Barzanî, Pêşmerge li bakur, rojhilata û rojavayê Mûsilê pir pêşde çûye û bi hezaran kilometer ji destê DAIŞê derxistiye û artêşa Iraqê jî divê li aliyê başûr ve pêşde biçe.
Wî rayedarê Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku divê Mûsil were dorpêçkirin da ku çekdarên DAIŞê nekaribin ji bajêr derkevin.
Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku Pêşmerge naçe wan cihên ku ne di nav sînorên Kurdistanê de ne.