Polîtîk

Peyama civîna hikûmetê ya li gel nûnerên kurd yên Bexdayê

Civîna hevbeşa hikûmeta herêma Kurdistanê û nûnerên herêma Kurdistanê yên li Bexdayê, roja yekşemiyê 22.02.2015ê li Hewlêrê li avahiya civata wezîran hat saz kirin û tê de pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Di destpêkê de, beşdsrên civînê peyameke qedirgirtin û sipasiyaê pêşkeşî xweragiriya pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî terorîstan û tehemûla karmendên hikûmetê û tevaya kategoriyên civaka kurdistanî kir ku, di vê rewşa hesas û dijwar a êkonomî de xweragirt û piştevanî li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hûrgilî lihevhatina navbera herêma Kurdistran û hikûmeta federaliya Îraqê ya vê dawiyê zelal kir û pabendiya xwe bi cîbicîkirina wê lihevhatinê ku, ew lihevhatin di qanûna budceya hikûmeta federaliya Îraqê a sala 2015ê de hatiye tespît kirin, tekîd kir.

Civînê tekîd li ser wê yekê kir ku, hindek arîşeyên teknîkî û lihevtênegihiştin li ser cîbicîkirina rêkeftinê digel hikûmeta Îraqê hatine holê û hindek aliyên siyasî li Îraqê hene naxwazin ew lihevhatin bê cîbicîkirin û Hewlêr û Bedxda ji bona nehêlana wan astengiyan dixebitin.

Di civînê de ew yek hat gotin ku, nûnerên kurd li parlamento û hikûmeta federaliya Îraqê ji bona pabendbûna her du aliyan bi rêkeftina navbera her du hikûmetan û berevpêşvebirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bi timamî lîstiye.

Serokê hikûmetê di civînê de got ku, ji bona gihiştina rêya çareseriyeyeke hevbeş û derçûn ji arîşeyên teknîkî û nehêlana xalên lihevnegehiştinê amdene serdana Bexdayê bikin û di vî warî de tîmeke wezîrên kurd yên nav hikûmeta Bexdayê raspardin da danûstandina digel serokwezîrê Îraqê dest pê bikin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê û nûnerên kurd yên li Bexdayê behsa giringiya cîbicîkirin û pabendbûn bi qanûnna budceya sala 2015ê kir û hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku, dixwaze hikûmeta federaliya Îraqê li gor qanûna budceya sala 2015ê miamileyê digel maf û pişka herêma Kurdistanê bike.

Di civînê de ji pilanekê pêtir ji bo çewaniya dabînkirina miaşê pêşmerge û karmendên hikûmetê gotûbêj kir û biryar da karê pêşîneyê hikûmetê bi lezgînî dabînkirina miaş be. Civînê biryar da ev civîn bi awayekî peryodîk her du mehan carekê bên saz kirin û komîteyek ji bo hevahengiya navbera her du hikûmetan pêkhat.

 

Back to top button