Civak

8 gund rizgar kirin 60 terorist kuştin

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li nahyeya Sinûnê ragihand ku, di helmeteke berfireh ya Hêzên Pêşmerge de bo girtina gundên sînorê Sinûnê karîn 8 gundan rizgar bikin û 60 terorîstên wan kuştin.

Raîd Bedirxan Hacî Mûsa Zêbarî Fermandarê Fewca 3 ya lîwaya 12 ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî Hêzên Pêşmerge li sînorê nahiyeya Sinûnê êriş kirin bo girtina çend gundekî din û heta derengiya şevê din 8 gundan ji terorîstên DAIŞê rizgar bikin û bi tundî li çekdarên DAIŞê bidin.”

Raîd Bedirxan Hacî Mûsa Zêbarî wiha domand: “Di êrişa Pêşmerge de, herî kêm 60 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan termên wan li cihê şer man.”

 

Back to top button