Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Şengalê dibêje, vê êvarê terorîstên Da’îş dîsa êrîş kirine ser hêzên Pêşmerge, lê belê Pêşmerge bi awayeke xerap wan têkşikandine.
Eqîd Îsa Zêweyî Fermandeyê Lîwaya Çar ê hêzên Pêşmerge li Şengalê bi malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand: “Terorîstên nav Şengalê berdewam êrîş dikine ser hêzên Pêşmerge, vê êvarê jî dîsa êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge, lê belê gelek bi başî me bersîva wan da û me wan têkşikandin û ziyaneke mezin li wan ket.”
Eqîd Îsa Zêweyî got: Êrîşa vê êvarê ya terorîstên Da’îş gelek bihêz bû, lê belê bi awayeke baş me bersîva wan da û me şeş terorîst ji wan kuşt, laşê dûyê li meydana şer da bi cîh maye ku renge emîr bin. Navê wan dûyan (Kerar) û (Xalîd)e.
Zêweyî wan axaftinan jî bi nerast derxist ku qaşo li şerê vê êvarê da, Pêşmerge û Da’îş şerê narincokan kiribe.
Hêjayî gotinêye doh heta îro berî şerê vê êvarê ku Pêşmerge Da’îşê şikand, 70 terorîstên Da’îş hatin kuştin.