Polîtîk

Cebar Yawer: Pêşmerge naçê nav Mûsilê

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, balê dikşîne li ser wê yekê û dibêje: “Pêşmerge hengav bi hengav diçê pêşveyê bereyên ceng eve jî dixerû Pêşmerge naçê nav Musilê”.

Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge li daxuyaniyek da ragihand, hêza Pêşmergeyê Kurdistanê qonax bi qonax deçê pêş, ji ber ku em naxwazin bi awayeke bê planê serbazî biçîn cîhek û qurbaniyên zêde têda bidîn. Ajansên Iraqiyan jî bala wê yekê dikşînin ku tu hêzekî Pêşmerge nikare bi bê fermanê Barzanî êrîş bikin ser tu mîhwerek, li demek da Barzanî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeye ji bo wê yekê hemû ew nexşeyên serbazî yên li şer da bikarhatiye Barzanî serpereştiya wan kiriye”.

Cebar Yawer balê dikşîne û dibêje: Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, bi ‌fermanê Barzanî tevdigere û li vê qonaxê da naçê nav bajarê Musilê.

Back to top button