Pêşmerge DAÎŞ bi temamî şkand

Hêzên Pêşmerge li eniya Xazir ti rê û derfeta êrişê ji çekdarên DAIŞê re nehiştiye û heta niha bi sedan çekdar li vê eniyê hatine kuştin.Pêşmerge ew in ku ji bo parastina axa xwe xwîna xwe dikin qurbanî, li dijî DAIŞê li hemû eniyan şer dikin û wan terorîstan dişkînin. Niha lê zêdetirî hezar û 500 km li hemberî DAIŞê rawestane.Pêşmerge berdewam bi ezmûna xwe ya zêde DAIŞ neçar kiriye ku were şikestina û berdewam teknîkên nû li dijî wan bikar aniye.Ev navçeya ku mebesta me ye ku em behsa wê bikin, eniya Xazir e, ku tenê di navbera DAIŞ û Hêzên Pêşmerge de û ew navçeye tenê 45 deqeyan ji Mûsilê dûr e.Tevî ku ev 4 meh in ku Pêşmerge li wê eniyê operasyonên berfireh pêk neanîne, lê rojane êrişên biçûk hebûne û bûne sedem ku DAIŞ bireve û li tevahiya naveyê were şikestin, herwiha ti derfetê nade wan ku êrişî çeperên Pêşmerge bikin.Li wê navçeyê çekê Mîlan di destê Hêzên Pêşmerge de ji ber ku carina çekdarên DAIŞê bi awayekî xwekujî êriş dikin, lewma ev çek rêyeke baş in bo têkbirina wan çekên giran û pûçkirina êrişê DAIŞê.Berê gellek qenasên DAIŞê li eniya Xazirê hebûn lê niha qenasên Pêşmerge rê nadin wan bilibitin û ew çekdarê ku tevgerê bike nahêlin ji destê wan biçe.Li wê eniyê jî, wek hemû eniyên din ên Pêşmerge bi sedan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û ti valahiyek ji DAIŞê re nehiştine ku êrişî Pêşmerge bike. 

Nerîna min :