Civak
Pêşmerge bi tundî bersiva êrîşa DAÎŞê da
Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Celewlayê ragihand ku, terorîstên DAIŞê ji sê aliyan ve êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmere bi tundî bersiva wan dan û ziyaneke mezin gehîşt wan terorîstan.
Kameran Mihemed Berpirsê Navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Celewlayê ji KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê ji sê aliyan ve êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmere bi tundî bersiva wan dan û şer ji şevê din heta vê sibehê berdewam bû û di encamê de ziyaneke mezin gehîşt wan terorîstan.”
Kameran wiha domand: “Mixabin di encama wî şerî de, 2 Pêşmerge şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.”
Wî berpirsê PDKê di dawiya gotina xwe de wiha got: “Niha şer bi dawî hatiye û ew navçe aram bûye.”