Civak

Pêşmerge ber bi pêş diçe

Êrîşên DAIŞê li ser Kurdistanê dibe dawiya DAIŞ.

Piştî hêzên pêşmerge  fermana êrîşkirina terorîstên DAIŞê wergirt li hemû deverên Kurdistanê şerek dijwar di navbera hêzên pêşmerge û DAIŞê de destpêkir.

Ji aliyekî ve gelek kurdan li hemû deverên cîhanê mil dan milîn pêşmerge û pişgiriya parastina xaka Kurdistana azad kirin. Lê mixabin hinek kurdan jî bi navê siyasetê, bi navê rewşenbîrî û rojnemevaniyê dijitiya pêşmerge kirin û nûçeyên derew belav kirin û herweha nirxandinên ji ehlaqê siyasî dûr kirin.

Serkeftina pêşmerge serkeftina kurd û Kurdistanêye.

Ji aliyekî pêşmergeyên qehreman şerek dijwar dikin û ji aliyek din ve ji bo raya Giştî ya cîhanî ji rastiyê agahdar bikin,bi diplomasiyek serkeftî pişgiriya welatên wek Amerîka , Fransa û gelek welatên din hate pêkanîn.

Niha jî hinek welat di serî de Amerîka bi balefiran dê şerê DAIŞ bikin. Bê guman di alê leşkerî de ev bibê hêzêk mezin ji bo pêşmergeyan.

Ji niha heta du rojên din , belkî di demek kintir dê cîhan bibîne ku serkeftin çeweye.

Lê wê şerm û rûreşiya wan kesên ku dezenfarmasyona didin, dibêjin “pêşmerge reviya“ û herweha nirxandinên kelovacî dikin dê  ji wan re bimîne.

Pêşmerge pêş dikeve û DAIŞ direve..

N.Firat

Back to top button