Cîhan

Hukumetê agahdarî da dîplomatên biyanî

 Bi armanca  haydarkirina diplomatkar, nûnerên welatên biyanî û berpirsên rêxistinên navdewletî yên li herêma Kurdistanê li ser pêşhatên meydanî yên siyasî û emnî li Kurdistan, Îraq û herêmî, roja çarşemiyê (06.08.2014) li bajarê Hewlêrê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Cebar Yawer peyvdarê fermiyê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê di civîneke berfireh de digel diplomatkar, nûnerên welatên biyanî û berpirsên rêxistinên navdewletî yên li herêma Kurdistanê civiyan.

Di destpêka civînê de, Felah Msitefa ji beşdaran re armanca sazkirina civînê diyar kir û got ku, armanc ji civînê xurtkirina têkeliyan û berçavkirina helwesta serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê li ser pêşhatên siyasî û emnî û metirsiya terorîstan bo ser herêma Kurdistan û Îraqê ku, di vê dawiyê de çend deverên Îraqê kotirolkirine û karesatên mirovî bi xwe re anîne ye.
Mistefa behsa rêxistina terorîstiya DAÎŞ kir û got ku, endamên wê grûpa terorîstî ji gelek welatên cîhanê hatine û weke rêxistineke navdewletî lêhatiye û ew bi tenê li Îraqê û deverê nîne, ji ber vê yekê wezîfeya civaka navdewletî ye ku, di warê rûbirûbûn û rêgirtin li pêşiya berbilavbûn û berfirehbûna diyardeya terorê bigirin.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de behsa helwestên civaka navdewletî li hember herêma Kurdidstanê kir û got ku, civaka navdewletî hertim sipasî û pesna hikûmeta herêma Kurdistanê dike û pêşketin û îstîqrara herêma Kurdistanê, rûbirûbûna terorîstan, hewandina hijmareke zêde ya penaberên surî û koçberên navxweyîya Îraqê ku, ji tirsa terorê ji deverên xwe yên naverast û başûrî Îraqê ber bi herêma Kurdistanê ve hatine bilind dinirxîn e, lê, Misetfa got, ew dem hatiye ku, êdî civaka nevdewletî bi awayekî piraktîkî alîkariyên mirovî û leşkerî pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê bike.

Mistefa got ku, çênabe civaka navdewletî li hember wê karesata mirovî li Şingalê bêdeng bimîne û divê bi lezgînî hevkarî û alîkariyên pêwîst bigehîne malbatên li çiyayê Şingalê asê bûne.

Berpirsê têkeliyên derve behsa rewşa Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û alozbûna wan têkeliyan bi taybetî, xetimîna pirosesa siyasî û pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û birîn û qutkirina budce û miaşên karmendên herêma Kurdistanê kir.

Di dawiya axaftina xwe de, Mistefa behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê bihêzkirina têkeliyên di warê siyasî, aborî, kuturî digel welatên cîhanê bi giştî û digel welatên herêmî bi taybetî kir û got ku, di demên borî de ew têkelî bi awayekî ber bi çav pêşde çûne.

Weke tê zanî, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve, nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Austiriyayê û nûnara hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê di civînê de ama de bûn.

Back to top button