Biden: Amerika ji bo parastina Kurdistanê amadeye
Şevîdin piştî biryara serokê Amerika Obamma di derbarê Kurdistana Başûr de, cigirê serokê Amerika Joe Biden bi rêya telefonê pêwendiyek serokê Kurdistanê Mesud Barzanî re danî.
Biden û Barzanî rewşa niha li Kurdistanê heyî nirxandin û Biden biryara Amerîka gihand Barzanî. Amerîka di warê insanî de dê arikariya Kurdên Çiyayê Şingalê bike û herweha dema pêwist bê jî dê bi balefiran êrîşê bibe li ser DAIŞ.
Wek din hat zanin ku Biden ji bo pêşmergeyên di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dayîn û şehîd bûyin jî taziyên xwe pêşkêşî serokê Kurdistanê kir.
Piştî daxuyaniya Obamma wezîrê bergiriya Amerika Chuck Hagel jî da xuyakirin ku, artêşê Amerika ji bo her tiştekî amadeye.
Chuck Hagel got: Dema pêwistbe emê erîşê baregihên DAIŞ bikin û xelkê li ciyayê Şingalê aware bûyî rizgar bikin.
Herweha Hagel berdewamiya daxuyaniya xwe de got: Eger hat û DAIŞ berê xwe bide Hewlêr, emê rê nedin vê yekê û şerê wan bikin.