PolîtîkRojev

Pêşmerge amade ye

Berpirs û fermandeyê Pêşmerge li mîhwerên Pirdê û Rojavayê Kerkûkê ragihand, wan bi aşkere ji hêzên Iraqî re gotine, ew amade ne bi hevbeşî operasyonan li dijî DAIŞê pêk bînin, bi mercekî ku her cihê ku Pêşmerge bigire, jê venekişe.

Berpirsê Fermandariya Pirdê û Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji K24ê re got: “Wek Pêşmerge, me amadehiya xwe ji artêşa Iraqê re nîşan daye ku odeya operasyonan ava bikin û bi awayê meydanî bi hev re kar bikin. Me berê ji Fermandarê Hêzên Iraqê li Kerkûkê Seîd Recep re gotiye ku em wek hêzên Pêşmerge amade ne li kû derê metirsiyê hebe em biçinê, lê belê bi şertê ku cihên em kontrol bikin em jê venakişin.”

Nûrî Heme Elî got jî: “Me ji du salan ve hişyarî derbarê şaneyên razayî yên daye, wê demê berpirsên leşkerî yên Iraqê digotin ku DAIŞ hatiye şikandin. Niha eger artêşa Iraqê bi pêş ve neyê û hevahengiyê bi hêza Pêşmerge re neke, DAIŞ dê pêgeha xwe berfireh bike û dê ziyanên zêdetir bikin, ji ber wê ji niha ve pêwîstiya rewşê bi kontrolê ve heye.”

Back to top button