Hilbet pirsa serxwebûnê, pirseke aktuele û her kurdekî dilsozê welatê xwe elaqedar dike.Sêrîda bêjim, ku, şanazîyeke gelek mezine pêşdahatina vê pirsê, ber ku bi qurnan fikira me ra jî qet derbas nedibu pirseke vî rengî di jîyana kurda da derkeve holê….Ev jî tê wê wetayê, ku tekoşîneke mezin hatiye kirin, qorbaniyên bê hesab hatine dayîn û, ya lape girîng, di bin desthilatiya lawê Melle Mustefa Barzanî, Mesud Barzanî da miletê kurd bi Kurdistanê va hemle bûye û em hîvyê ne, ku ew wek zarokek ji dayîk bibe.Tenê xêrnexwazên miletê me, çi li derva û çi li hundir da, dikarin dilê xwe reş kin bo Kurdistanek serbixwe.Em miletek birîndarin, lê em bi xîret û qehreman in, me Navê ‘’Kurdistan’’ ser dilê xwe deq kirye û emê her şa bin bi welatê xwe va û xewna Melleyê Cizırî û Ahmedê Xanî bikin rastî.Serok Barzanî, her tişt heta naha bi sebir û rast kirye, ma em dikarin zarokê ji wedê xwe zutir derêxin derva?Barzanî hîşt, heta zarok bigihîje, ku wext hat jî îdî kes nikarê bêje,’’Na zarok bira di zikê diya xweda bimîne, dernekeve’’. Gelo ev momkêne? Bijî Kurdistana tê, ya Serbixwe. Aslika Qadir