Civak

Perwer: Wê şên kir kela azadiya têkoşîn û berxwedana welat

Ey Gelê Kurdistan !

Belê, bi rasti jî dayika me hemuyan bû dayika Hemayil. Ji ber ku moralê û rewana şoreşê bû, piştevan, hevjîn, heval û hogira Barzaniyê mezin bû. Dayik û xûcka pêşmerge bû. Dapîr û dayika gelê Kurd bû, Dayika serokê herêma Başûrê Kurdistanê birêz serok kek Mesûd Barzanî ye. Dayika kek Nihat, Dilşad, Sîdad, Sîhad, Wecih û cend Xûcka ye…. Dayika me hemûyane Hemayila Dayika şoreşê…

Em hemû deyndar û qerzdarê wê ne. Wê her zahmet, azar û zulm, zindan, şer, kocberî û derbederî dît û jî lê herdem wek dayikek serbilind ji rastiya xwe nehate xwar. Komek zarok bi dil û rolê welatperqwerî û niştimanî xwedî kir û mezin kir… Bû rûmet û serbilindiya dayikên xwedî ked û berxwedan, rûgeş û devliken daûstand bi gelê xwe re… Nîşana serefrazî û serkevtinê ye. Wê şên kir kela azadiya têkoşîn û berxwedana welat. Mînaka dilovanî û xweşewîstiya dayikaye Dayika me Hemayil.

Ew gelek bextewar û bi şans bû ku parek ji axa Kurdistana azad dît û jîi, Kek Mesûd danî ser textê rêbertiyê û bi dilxweşî û şadimanî ji jîyana zindî bar kir û xatir ji me xwest û cû ser dilovaniya xwe. Bila serê hemû Kurdistaniyan û gelê Kurd û bi taybetî malbat û zarokên wê sax be.

Xwedê sebrê bide û cihê wê bihişte….

Rêz û aştî li ser we , sebr û saman ya gelê me be…

Bonn. 27.07.2011

Şivan Perwer

Back to top button