Pervîn Çakar strana “Ey Niştiman” ji bo Sînemxan Bedirxan got

Hunermenda Kurd Pervîn Çakar li Hewlêrê serdana Prensesa Kurd keça Mîr Celadet Bedirxan Sînemxan Bedirstrana kir. Perwîn Çakar strana “Ey Niştiman” ji bo Sînemxan Bedirxan, got.

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar bi Sînemxan Bedirxan re ku yek ji endamên dawîn ên malbata Bedirxaniyan e ku weke ‘mîreya Kurd a dawî’ tê naskirin re hevdîtin kir.

Çakarê ku strana “Ey Niştiman” ji bo Bedirxanê ku li Hewlêrê dijî got, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wan kêliyan parve kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: