Civak

Pereyên petrolê demeke nêzîk digihin Kurdistanê

Cîgirê Serokê Lijneya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaban derbarê pereyên petrola firotî ya Herêma Kurdistanê de agahî dan BasNewsê.

Derheqa mijarê de Parlamenterê PDK’ê û Cîgirê Serokê Lijneya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaban agahî dan BasNewsê û got: ‘’Pereyên firotina petrolê di demeke nêzîk de dighin Kurdistanê. Ew petrola ku niha tê firotin 2 milyon û 500 hezar bermîl e, pere li Halk Banka Tirkiyê tên ragirtin, pere ji Ewropayê dê werin wê bankê û piştre bo bankeyeke Herêma Kurdistanê tên şandin.’‘

Di 22’ê Gulana 2014’ê de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî dest bi firotina petrolê bi rêya Tirkiyê kir. Dilşad Şaban jî derbarê pereyên petrola firotî ya Kurdistanê de wiha axifî: ‘’Li gor agahiyên min di hundirê vê mehê de pereyên firotina petrolê dighin Herêma Kurdistanê, ji ber wek rotin gehiştina pereyan ji Ewropa bo Halk Bankê hinekî paş dikeve.’‘

Şaban tekez kir ku petrola Herêma Kurdistanê bi bihayê cîhanî tê firotin ku di navbera 100-105 dolaran de ye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Roja çarşemê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser serokên hemû fraksyonên Parlamentoya Kurdistanê dicive û derbarê firotina petrolê de agahiyan dide.’‘

Şiwan Berzencî /Bas

Back to top button