Polîtîk

Pentagon du bernameya pişgiriya Pêşmrgeyên Kurdistanê ji bo du salan dirêj kir

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şoriş Îsmaîl pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê, Steven Fagin kir û herdu alî bi hev re civiyan.

Di derbarê naveroka civînê de, Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek da. Di daxûyaniyê de dibêje: Amerîka piştevanê artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge weke beşek ji sîstema berevaniyê li Iraqê, dibe. Wezîrê Pêşmerge pesnê hewl û pêngavên niha û berê yê hêzên Amerîkayê û hikûmeta wî welatî kir, ku di rûbirûbûna terorê û terorîstan de li navçeyê, ji bo alîkarî û hevkariya hêzên pêşmerge roleke wan a berçav hebûye.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara dirêjkirina dema wê ji hev têgihîştinê kiriye û ragihandiye:`Ev pêngav cihê pesnê û rêzgirtinê ye û ji bo me giringiyeke bê sînor heye. Ev biryar pabendbûna we bi emek û pêkve karkirina dilsozane ji bo parastian ewlehî û seqamgîriya navçaeyê diselimîne.“

Di beşeke din a axavtinên xwe de, Şoriş Îsmaîl daye xuyakirin, ku berdewambşna Amerîka li ser piştgirî û alîkariya bo hêzên Pêşmerge, arasteya serkevtina wan di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de xurttir dike.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê  daye xûyakirin ku; “Em dixwazin di karên xwe yên paşerojê de, bibin faktorekî giring di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo pêşvebirina pêwendiyan û çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan“

 

Back to top button