Civak

100.000 Ereb anîne Kerkûkê

Anîna Ereban ji bo Kerkûkê berdewam e û berpirsekî PDKê li Kerkûkê jî dibêje, îdareya Kerkûkê alîkariya wan dike ku malê xwe tînin hemû Kerkûkê û heya niha sed hezar Ereb hatine Kerkûkê.

Cîgirê Berpirsê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Anîna welatiyên Kerkûkê ji navçeyên cuda yên Iraqê bo Kerkûk û derdora wê berdewam e û li gorî zanyariyên dawî heya niha sed hezar Ereb hatine Kerkûkê û li nava bajêr û derdora wê bicîh bûne.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Ew Erebên şofînî yên ku tên Kerkûkê îdareya Kerkûkê alîkariya wan dike di hatina Kerkûkê de, ku ji aliyê yasayî ve derfeta hatinê û bicîhbûnê didin wan.”

Diyarî Husên wiha got: “Rewşa Kerkûkê ji aliyê demografî ve wisa bûye ku roj tine û Ereb neyên Kerkûkê û li navçeyên wê neyên bicîhbûn. Hilbijartin nêzîk dibe û bi erebkirin zêde dibe.”

Back to top button