Cîhan

Konferansa CHPê ji bo Suriye

CHPê li Stanbulê ji bo pirsgirêka Suriye konferansek nevnetewî li darxist.Konferans wek civînek ya CHPê destpêkir û cardin bi daxwazî û pêşniyarên CHPê dawî hat.

Ji Tirkiye kesên di konferanê de amade bûyîn piranî hevalbendên CHPê bûn. Jirejima Suriye du kes ji bo konferansê hatibûn vexwandin , lê hukumeta Tirkiye vîze neda wan kesan û ew nehatin.Li aliyek din ji Suriye kesek ku bikaribe bandorê li pêşeroja Suriye bike li konferansê de tunebû.

Kurd li Suriye aliyek yê pirsa Suriyene û dema çareseriyek li Suriye bê gotubêj kirin, kêmasî divê kurd di nav de bin. Tu aliyên kurd nehatibûn vexwandin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu,di axavtina xw de vekirî da xûyakirin ku, ew di şerê dijê terorê de li Surye pişgiriya hukumeta Tirkiye dikin. Daxwaz ji hukumeta Tirkiye dike ku, pêwendiyan li gel rejima Şamê deynin û bi vê rêye berbi aşitiyê ve herin.

CHP dibêje armanca me sekinandina şer e û pêkanîna aşitiyê ye. Lê mirov dema çavên xwe ji rastiyan bigire, ne şer disekine, ne aşitî pêktê û ne jî kesek guh dide pêşniyarên mirov.

Armanca CHPê ji vê konferansê ew bû ku, siyaseta navxwe de gavekî bavêje. Ji aliyên siyasî yên Tirkiye , tenê IYI Partî tevlî konferansê bibû.

Kurtahî konferansek bê naverok û bê wate bû. Panelên di konferansê de hatin kirin jî wek gotubêjin bernameyek televizyonî bûn .

 

Back to top button