Polîtîk

Qeter li Kurdistanê konsulxaneya xwe vedike

Balyozê Qeterê yê li Iraqê îro bi cuda li gel serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrur Barzanî civiya û ragihand, Qeter dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bêtir pêşx bixe û tekez kir, ji bo vê yekê jî welatê wî dixwaze li Hewlêrê konsulxaneya xwe veke.

Îro yekşemî 29ê Îlonê, li ofîsa xwe ya taybet, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê, Xalid Hemed Elsilêtî kir û di hevdîtinekê de herdu aliyan behsa pêşvebirina pêwnediyan kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de tekez kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye, ji bo weberhênana biyanî amade ye û diyar kir, Herêma Kurdistanê hemû hêsankariyan ji weberhênerên biyanî re pêşkêş dike, daku beşdariyê di proseya pêşxistina Herêma Kurdistanê de bikin.

Nêçîrvan Barzanî beşdariya kompaniyên Qeterî di pêşangeha navdewletî ya Project Iraq de ku sibe Duşemê 30ê Îlonê li Hewlêrê dest pê dike, bi giring û erênî bi nav kir û tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo bêtir pêşxistina pêwendiyên li gel Qeterê kir.

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Qeterê li Iraqê

Di heman hevdîtinê de, amaje bi pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan, rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê hate kirin.

Balyozê Qeterê yê li Iraqê jî di vê civînê de silavên serkirdatiya Qeterê gihande Serokê Herêma Kurdistanê û ragihand, welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê bêtir pêş bixe û ji bo vê yekê jî ew dixwazin konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê vekin.

Balyozê Qeterê herwiha amadebûna welatê xwe bo handa kerta taybet a welatê xwe bo encamdana weberhênanê li Kurdistanê jî nîşan da.

Her îro, Balyozê Qeterê yê li Iraqê li bajarokê Selahedînê serdana serok Mesûd Barzanî jî kir.

Serok Mesûd Barzanî jî pêşwazî li Balyozê Qeterê kir

Di vê hevdîtinê de jî, Serok Barzanî û Xalid Hemed Elsilêtî behsa têkiliyên herdu aliyan û pêşxistina wan têkiliyan kirin. Xalid Hemed Elsilêtî herwiha pesnê pêşkevtinên Herêma Kurdistanê yên di warê aborî de jî da û tekezî li ser xwesteka welatê xwe bo pêşxistina pêwnediyên li gel Herêma Kurdistanê jî kir.

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, Balyozê Qeterê yê li Iraqê îro li Hewlêrê li gel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî civiya.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Balyozê Qeterê di vê hevdîtinê de amadebûna weberhênerên welatê xwe bo encamdana weberhênanê li Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên du alî nîşan da.

Hevdîtina Mesrûr Barzanî û Xalid Hemed Elsiletî

Mesrûr Barzanî û Xalid Hemed Elsilêtî herwiha derbarê pêşxistina aborî û bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de jî gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê civînê de amaje bi wê yekê kir, ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê zemîneke baştir ji bo weberhênana biyanî li Herêma Kurdistanê amade dike.

 

Rûdaw

Back to top button