Penaberan êrîşa polîsan kirin

Li konbajarê taxa Dogukentê a pênaberan a li Mereşê, di navbera polîsan û komek penaberên Suriyeyî de gengeşî derket. Sedema gengeşiya di nabera polîs û penaberan de jî, belavkirina alîkariya cil û bergna bûye. Penaberan bi bertek nîşan dane ku alîkariya cil û bergan nagihêje wan. Li ser vê bertek nîşan dane û gengeşî di nav wan de rûdaye. Penaberan, bi keviran êrîşa polîsan kirine. Di encama êrîşa penabern Suriyeyî de, jê 2 polîs 3 kes birîndar bûne.

Penaberan rê nedaye ku wesaîta xwarinê tîne konbajêr têkeve wargehê. Polîsan midaxele kiriye û li ser ve êrîş pêk hatiye.

Li ser vê bûyerê, Gerînendeyê Ewlehiyê a Gerînendetiya Mereşê çûye konbajarê li taxa Dogukentê û bi penaberan re hevdîtin lidarxistiye. Penaberan, tengezariyên xwe bi rêya wergêr ji gerînendeyê ewlehiyê re îfade kirine. Gernende jî hîtaba wan kiriye û diyar kiriye ku, wî hemû pirsgirêkên wan not girtine û ew î bi keyayê taxê re jî civînê lidarbixîne.  

Nerîna min :