Aldar Xelîl: "Dixwazin Kurda bikişînine nav şerê navxweyî"

Li bajarê Helebê, di rojên dawiyê de, di êrîşên li hemberî Kurdan de, ku her du aliyên ku bi hev re şer dikin, Artêşa Azad a Suriyê û artêşa rejîmê, di encama êrîşên wan hêzan de 20 kesa jiyana xwe ji dest daye. Li hemberî êrîşan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşên bersivdayînê kirine û ji wan 19 kes kuştine. Endamê Desteya Bilind a Kurdî (DBK) Aldar Xelîl, îfade dike ku, bi ev êrîşên li dijî taxê ku Kurd lê dijîn, dixwazin ku Kurda bikişînine nav vî şerî û ger ku şerekî bi vî rengî biqewime, wê bipeke hemû Suriyê û herkese ji vê zirarê bigre. Aldar Xelîl, him Atêşa Azad a Suriyê him jî artêşa rejîmê hişyar kir û anî ziman ku, bi vê hemû gelên li Suriyê dijîn wê zirarê bibînin. 

Li Suriyê şer her diçe dijwartir dibe. Teva agirbesta cejnê jî xwîn nesekinî û di çend rojan de zêdetirî 116 kesa jiyana xwe wenda kir. A ku balê dikişîne ev e ku, li taxên ku Kurd zêdetir lê dijîn taxên bajarê Helebê yên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê jî şer dijwartir dibe û bi vê şerê ku li Suriyê 20 meh in didome, dipeke nav Kurdan jî. Artêşa Azad a Suriyê ketibû nav her du taxên Kurdan. Ew ji aliyê gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibûn derxistin. Dûra artêşa rejîma Esed, bi hinceta, hezên Artêşa Azad a Suriyê li taxa Eşrefiyeyê ne, wira bombe kiribû û di encama bombekirina rejîmê de 15 kesa jiyana xwe wenda kiribû. Şeva borî, careke din endamên artêşa azad ketine taxa Eşrefiyeyê û ji aliyê gel ve bi meşê hatin protestokirin û gel xwest ku ji taxê endamê artêşa azad derkevin. Li ser vê endamên artêşa azad gel gulebarandin. Di vê bûyerê de 5 kesa jiyana xwe wenda kir. Li ser vê, YPGê bersiv da artêşa azad û bi seetan li taxê pevçûnan dewam kir.

Endamê DBKê Aldar Xelîl, ev rewşa dawîn nirxand û diyar kir ku, Kurdan di 19ê Tirmehê de bê şer şorej pêk anîn û Tirkiye li hemberî vê nerehet bûye. Aldar Xelîl dibêje, piştî destketinê Kurdan yên li Rojava, Tirkiyê dest bi propagandaya reş kiriye û bi vê encam negirtiye. Ji ber vê, Tirkiyê û hin hêzên din dixwazn ku Kurda bikişînine nav vî şerî navxweyî. Xelîl îfade kir ku, ji bo ku pevçûnên Helebê bi dawî bibin, wana dest bi hewldanên dîplomatîk kirine.

Xelîl. “Ez bang li komên çekdar û rayedarên rejîmê dikim. Gelo ev e agirbesta we? Agirbestiya we li dijî Kurdan şer kirin e? Divê neyên lîstikên Tirkiyê û rejîmê. Bi Kurdan re şer kirin, sedema şerekî navxweyî ye. Ji vê herkese zirarê bigre.”    

Nerîna min :