Civak

Du cejn

Di van du rojên Cejna Qurbanê de, Kurdên Bakûr du cejn bi hev re pîroz kirin.

CEJNA YEKEM:

Roja 25ê vê mehê Cejna Qurbanê bû. Ev Cejna Qurbanê, ji bo ku bapîrê Kurdan Berhîm Xelêl Peyamber da kurê xwe Smayîlê piçûk serjê neke, Xwedayê Mezin bi dilovaniya xwe beranekî ji behiştê jê re hinart û wî ew beran ji ber kurê xwe ve serjê kir. Piştre Berhîm Pêxember û malbata xwe gehan aramî û êminatiyê. Kurdan jî ev roj pîroz kir.

CEJNA DUYEM:

Dîsa roja 25 û 26ê vê mehê, li seranserê Bakûrê Kurdistanê baraneke pir xweş û gur û guz barî, heta ku rewa di erdê re çû. Ev barîna baranê ji bo Kurdan bû Cejna Duyemîn ku ew jî, ji ber bereketa Cejna Qurbanê bû.

Bêguman heçî Kurd in, ew tenê bi Xwedê re didin û distînin. Ji ber ku li herîma wan ne karxane, ne dezgehên qezencê yên dewleta Tirk ku nanê Kurdan jê derkeve nayên dîtin. Îcar Kurdên ku erdê wan hebe, her sal genim, ceh, nîsk, nok û wekî din tov dikin û piştre jî dispêrin Xwedê. Eger baran were, kêfa wan tê û ji wan re dibe cejn û şahî, dibe Newroz û sersal. Na, eger baran nebare, çewa ku di salên bihurî de welkêt 4-5 sal zuwa derbas bû, li herêmên kurdnişîn dibe qatî û tev belengaz dibin.

Ha ev du nexşeyên ku têne dîtin jî, didin xuyakirin ku barana di van du rojên Cejna Qurbanê de bariye têr û sertêra Kurdan ji bo îsal dike.

Xwedayê mezin hertim Kurdan bi cejnine wisa bide şakirin.

 

Rojevakurd/Amed

Back to top button