Hêjî ne poşman e

 
Midûrê Girtîgeha Mamaqa Stenbolê albayê xanenişîn  (ku niha li kalxaneyekê dimîne) Raci Tetik dema ifade da komisyona derbeyan ya li Parlemana Tirkiyê got ku ew ji ber wan îşkenceyên ku li girtiyan kiriye, ne poşman e.

Parlemanê MHTê Atilla Kaya got ku, ev e 30 sal bihurîne Raci Tetik hêjî poşmaniyek an ponijandineke herî hindik jî ji ber wan îşkenceyên ku li girtiyan kiriye/daye kirin, nade nîşandan.

Piştî îfadeya Raci Tetik hate girtin, parlemanê MHPê hate pêşberê rojnamevanan û got: ”Em bi midûrê girtîgeha Mamaqê re peyivîn. Çewa ku tê zanîn Mamaq demekê bi kirina îşkenceyan navûdeng dabû. Va ye 30 sal di vê navberê de bihurîye lê hêjî Raci Tetik poşmaniyeke herî piçûk jî nade nîşandan û dibêje ”ew îşkence hemû disiplîna me û desthelatiya me bûn…” Lê dema ku me pirsên balkêş jê dikirin û li hesabê wî nedihat, digot `nayê bîra min.”

Parlemanê DTPê Sırrı Sureyya Onder ku di komisyonê de ye li nava çavên işkencecîyê xwe Raci Tetik niherî û gotê: ”Te îşkence li min bi xwe kiriye.” Lê îşkencecî tu bersiv neda Sureya Onderî.

Çewa ku tê zanîn, di dema Cuntaya Faşîst a 12ê Êlûna 1980yî de 31 hezar girtî ketine Girtîgeha Mamaqê û pêrgê wehşeteke mezin bûne. Ji wan tenê 4 hezar kesî ceza wergirtiye.

 

Rojeva Kurd/Stenbol

 

 

Nerîna min :