Pêla xwepêşandana Sûrî vegirt
Doh li hemû bajarên Sûriya xwepêşandan çêbûn bi hezaran kes beşdarî di xwepêşandanan de kirin.
Li gora siteya Elşerq Elewsat, serokê Sûriya Beşar Esad komek peyman ji bo sazkarîyan ragihand, belê nikarî gelê Sûrî bi van peymanên sazkarîyê razî bike. Ji ber vê yekê jî doh bi hazaran kes li bajêrên Derea, Banyas, Qamişlo, Amûde, Hereste, Laziqîya, Siwîda, Homs, Heseke, Heleb û Şamê derketin meydanan û xwepêşandan pêkanîn.
Her di vê derbarê de maf perwerekî ji AFP re ragihandi, ku nêza 5000 kûrd li bajêrê Qamişlo derketin xwepêşandanan, ku ji mizgefta Qasimo yê li bajarê Qamişlo û ber bi navanda bajêrê ve çûn.
Her vî maf perwerî weha jî da xuyakirin, ku ev xwepêşndanên han yên kurd banga azadîyê û hevkarîyê bi bajêrê Derea re kirin.
Ji alîyekî din ve wezîra deve ya Amerîka Hillary Clinton daxwaz ji destehelatdarîya Sûrîyê kir, ku dijwarîyê li dijî xwepêşanderên dijî sîstema Sûrîya bi kar nehêne û hemû daxwazên wan ji bo demezrandina sîstemeka demokrat cihbicih bike.