Polîtîk

Doza navê hovan hate kirin

Dozerê Diyarbekir Durdu Kavak dest lêpirsîna îşkenceyên ku dema desthilatdariya generalên faşîst yên 12- îlona 1980-ê kir. Di vê çerçovê de nivîsek ji Wezareta Bergirî û Wezareta Dadê re rêkir û ji herdu wezaretan daxwaza navên kesên ku li zindana Diyarbekirê îşkence kirîne kir.

Lê herkesê ku di zindana diyarbekirê de mayî navên kesên ku îşkence dikiran nasdir. Ji berî ku bersivek ji wezareta Bergirî û ya dad were, girtiyên zîndanê yên demekî navên berpirsiyarên îşkencê belav kirin.

Berpirsên Înkencê û îşkenceciyên mezin li Zîndana Diyarbekir ev bûn:

Di serî de fermandarê leşkerî yê Diyarbekir Orgeneral Kemal Yamak. Berpirsê zindanê Lutfu Bayar. Berpirsê zindanê Birol Şen. Mevlut Başçavuş amirê ewlehiya navxwe yê zindanê. Ji 24.01.1981-ê pêde ewlehiya zindanê teslîmê efserekî bi nave Esat Oktay Yildirim kirin. Ew bû sembola îşkencê. Efserek bi nave Ali Osman aydin. Efser Abdurrahman Kahraman. Pizijkê zindanê Orhan Ozcanli.

Dema Esat Oktay Yildiran dest karê xwe kirî, bi dengek bilin di mikrofonên ku deng li hemi zîndanê belav dikir axavtinek kir û xwe da naskirin. Yildiray xwe bi vî awayî dabû naskirin.
“ Guh bidin min.Ez Esat Oktay Yildiran.Ez yekser li ser fermana serokfermandarê Tirkiye hatime vê derê.Ezê 4 salan li vê derê li gel we bimînim. Ez ew kesim ku, min li Kibrisê zarokên Rum serjêkirine û pêşçavê babên wan ve xwîna wan vexwariye.“

Back to top button