PDNK dest greva birçîbûnê kir

Ji bo 29 girtiyên kurd ku di zîndana Ormiyê li Kurdistana Rojhilat ketine greve birçîbûnê ji Diyarbekir pişgirî car din bi greva birçîbûnê çebû.

Endamên PDNK li Amedê avahiya partiya xwe de daxuyaniyek dan çapemeniyê û dest greva birçîbûnê kirin.

Di vê derbarê de Zînê Amedî  çend pirs ji endamê rêveberiya PDNK Cimşît Firat kir. Firat sedemê vê çalakiyê dide xuyakirin.

 

Ji kerema xwe re xwe bidin nasîn

Ez Cemşît Firat, Endamê Komîta rêvebir, ya pdnk ê me.

Helwesta we çî ye ? Sedema gireva birçîbûnê ? 

Piştgirîya girtî yê sîyasî yên Rojhilata Kurdistanê di rewşeke xeter de ne,sî roj egireva birçî bûnê di sinorê mirinê de ne, rejîma İranê Dewleteke ne demoqratîkin û vekirîye kû azadî ji mafê mirovan re nîne. – Ji ber wê tu rêxisitin u sazî yê İranê nikare alîkarî ya wan bike, sistema huqukî yê gor normen welatê demoqratîk tuneye.

Ji ber van sedeman, du sedemê me yî esasî hene . 

– Yek: Bala raya giştî navnetewî bikşînin , ser vê bûyer ê kû bibe sedema “sextê deynin ser rejîma İranê” – Kû ev darvekirin bê rawestandin, şert û mercên girtîyan baş bibe.

 – Dido : Li her çar perçê Kurdistanê çi alozî u nexweşîyê milletê Kurd hebe hesta netewî bibe “hevkar ” hevkarîyê pêş bixin. – Milletê Kurd,her çend nav dewletande ji hev hatibe qetandin wek fizikî u Coğrafîk, perçe kirin be jî, – Kurdên her çar perça di rojê nexweşî dadivê ku li hev u du xwedî derkevin. – Me wek “pdkn” biryar da u em runiştin ketin gireva birçîbûnê.

Beşdarî û pişgirî ya we heye ji aliyê sazî û rêxistinên din yên kurd?

Belê roja yekem gelek sazî u rêxistin, kesayet , rewşenbîr , partîyê Kurda beşdar bûn û piştgirîya xwe anîn ziman. Gelek Qenalên tv yên Kurd dezgeh û çapemenîya Kurd û Tirka jî eleqeder bûn û bal kişand. -Endamê me her car pênç kes ji bo sê rojan xwe diguherin. Endamê me tenê ava Şekir vedixwun lewra dibinê qontirola bijişka de ne timî tên li zikta wan dinerin wan qontirol dikin. 

Gelo ji bilî endamê we kesekî din bi were ketîye gireva birçîbûnê ?

 Heta neha siyasetmedar u niviskar rêzdar İbrahîm Güçlü ji şevê din ve bimere ketîye girevê. 

Nêrînek

Nerîna min :