Polîtîk

Em li girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha Urmiye xwedî derkevin

 

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê 30 roj derbas kirin, heta daxwazên wan jî neyên bicih kirin dê greva wan berdewam be.

Li Mehê bûrî, nêzîk 30 girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiye (Derya) ketin greva birçîbûnê de, Sedema gireva birçîbûnê, pêkanînên keyfî, sirgûnkirin, girtiyên ku madeyên hişber bikar tînin, dizî kirine, dixin cem wan. Her wiha wan neçarî sîxuriyê dikin û mafên wan binpê dikin.

Girtiyên siyasî jî daxwaz ji berpirsên girtîgehê kiribûn ku wan tawanbaran ji bav girtiyên siyasî derbixin, lê berpirsan guh nedan daxwaz wan, lewma ji Mehê bûrî ve di greva birçîbûnê de ne.

Her weha Rêjima Îranê destûre nade parêzer û malbatên girtiyan hevdîtine ligel wan pêk bînin û di derbarae rewşa wan a dawî de jî ti agahî nîne.”

Em bang li saziyên mafên mirovan dikin li hemberî rewşa kesên ku li girtîgeha Îranê ketine gireva birçîbûnê, bêdeng nebin û her weha Bang li hemû gelê Kurd li seranserê Cîhanê dikin piştgiriya girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha yên Îranê bikin

Silav ji Berxwedana girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha yên Îranê 

Mirin û neman ji bo Komara Îdam û Îşkence ya Îranê

 

Tevgera Şoreşgerên Araratê

19 Berfanbarê 2014 an

Back to top button