Cîhan

Neteweyên Yekgirtî û lihevhatina Hewlêr û Bexdayê

Li bajarê Hewlêrê, îro roja pêncşemiyê 18.12.2014ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Nîkolay Mîladînov nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê kir.

Di dîdarekê de, rewşa penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin û tekîd li wê yekê hat kirin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hemû îmkanên xwe ji bona bikaribe weke pêwîst xizmeta koçber û penaberan bike û hevkarî û alîkariya pêşkeşî wan bike, bi taybetî di demsala zivistanê de, ev bar ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê girantir e, ji ber hindê tekîd li ser wê yekê hat kirin ku Îraq û civaka navdewletî roleke zêdetir ji bo hevkariya koçber û penaberan bilîz in.

Nûnerê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê kêfxweşiya xwe li hember lihevhatina Hewlêr û Bexdayê diyar kir û piştgiriya xwe û Neteweyên Yekgirtî û ji bo wê rêkeftinê û çareserkirina hemû pirsên hilawîstiyên anvebra herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê nîşan da.

Serokwezîrê Kurdistanê hêvî kir ku, rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bibe hêvênê çareserkirina tevaya pirsgirêkên hilawîstî û alîkariya hikûmeta Îraqê bike ku bikaribe çareseriyên minasib û di berjewendiya tevaya Îraq û herêma Kurdistanê de ji bo hemû pirsgirêkan bibîne.

Rewşa leşkerî û cenga dijî terorîstên DAÎŞ û pirsa pêkanîna hêzên Pasewanên Niştimanî li Îraqê mijarên din yên civînê bûn û her du aliyan tekîd li ser aştîbûna niştimanî li Îraqê kir û hêvî kir hemû aliyên îraqî bi canê welatperweiyê digel rewşa welêt de tevbiger in

Back to top button