Polîtîk

PDKÎ: PKK li gel pasdara êrîşê me dike

Piştî PKKê êrîşê pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê Îranl kir û du pêşmerge şehîd kirin, ji bo şer berfireh nebe aliyên Kurdistanê bangî her du aliyan dikin ku bi rêya diyalogê ev pirs bête çareserkirin.

Berpirsê PDKÎ îdia dike kû pasdarên Îranê cil û bergên çekdarên PKKê li xwe dikin û li gel PKKê êrîşê pêşmergeyan dikin.

Ji aliyek din berpirsên PKKê dibêjin divê pêşmergeyên partiya Îranê xwe ji deverên di kontrola PKKê de bidin aliyekî.

Lê PDKÎ dibêje ku tu kes nikare rê li me bigre ku em şerê rejima Îranê nekin.

Cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî peyamek da Rûdawê û got:Me bi rêyên cuda pêwendi li gel PKKê danî.Lê PKKê bi uslubek êrîşkar bersiva me da. PKKê got heta hêzên we herêmê terk nekin em li gel we rûnanin.

Herweha şerefî dibêje: Li himber uslubê PKKê yê êrîşkar me nameyek ji wan re rêkir û da xuyakirin ku,eger armanca we bê ku hun astenga ji xebata me ya Kurdistana Rojhila re çêbikin, em tu cara serê xwe ji vê re natewînin.

Back to top button